Bi boneya 20'ê Hezîranê banga bidawîkirina dagirkiriya Tirk a li Efrînê hate kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê di Roja Penaberan a Cîhanê de bang li saziyên navneteweyî kir ku rewşa koçberên Efrînê di ber çavan re derbas bikin û dagirkeriyê bi dawî bikin, her wiha koçberên Efrînê li warên wan vegerînin.

Bi boneya 20'ê Hezîranê banga bidawîkirina dagirkiriya Tirk a li Efrînê hate kirin
20 hezîran, 2021   14:33
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê bi boneya 20'ê Hezîranê  Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan hiqûqnas, parêzer, endamên komîn û meclisan hate xwendin. Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê Îbrahîm Şêxo bi zimanê erebî û enadma rêxistinê Wefa Bekir bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye: "Pîrozkirina Rojna Penaberan a Cîhanê di sala 2000`an de dest pê kir, piştî ku komeleya giştî ya NY`yê di 4`ê Kanûnê de ev roj diyar kir.

Koçberên Efrînê bi darê zorê neçarî koçberiyê bûn û di nava rewşên zehmet de ne.

Rêxistin û desteyên mirovî yên navneteweyî çavên xwe li zararên wan koçberên di kampan de girtin. Bi bêdengiya xwe bûn sedema êriş û dagirkirina bajarê aştî û jiyana hevbeş (Efrîn) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û bûn sedema koçberkirina şêniyên wê.

Ji Adara 2018`an ve, piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê herêma Efrîn a kurdî dagir kir, rêveberiya sivîl a herêma Şehbayê dest bi avakirina kampan li herêmê kir da ku koçberên ji topbarana hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê reviyane, bi cih bike.

Li herêma Şehbayê 5 kamp hene û zêdetirî 300 hezar kesî di wan de hatin bicihkirin. Hejmara wan kêm bû ji ber ku hin koçberan berê xwe dan Efrîn, Heleb, Şam, Cizîrê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê. Dewleta Tirk û komên çekdar derfet nade koçberan ku li Efrînê vegerin da ku projeyên xwe yên dijimahî lê pêk bînin.

Niha zêdetirî 100 hezar koçber li herêma Şehbayê di nava kamp û gundewaran de xwe bi cih kirine. Ji wan jî di malên hilweşiyayî de dijîn ji ber ku ew gund û bajarok di nava 4 salan de bibûn qadên şer. Dema welatiyan ew mal ji xwe re ji bo bicihkirinê amade dikir hin ji wan bûn qurbaniyên bermahiyên şer û 60 kes ji ber vê yekê şehîd bûn ku praniya wan zarok û jin bûn û praniya wan jî endamên laşên xwe winda kirin. Her wiha nêzî 100 hezar kes di taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê de dimînin.

Bê guman rewşa tenduristiyê di nava şerê li herêmê de pir zehmet e. Ji ber ambargoyê herêm ji pêwîstiyên girîng ên jiyanê bê par e. Tevî vê jî komîteya şopandina kamp û Rêveberiya Sivîl nuqteyên tenduristî ava kir da ku rewşên awarte derman bike, her wiha nuqteyek tenduristiyê veguherîn nexweşxaneya Efrîn. Di nexweşxaneyê de çend bijîşk, hemşîre li gorî derfetên xwe xizmetên tenduristiyê ji welatiyan re pêşkêş dikin.

Hin cûreyên dermanan tune ne, hin nexweş neçar dimînin ku berê xwe bidin bajarê Helebê û dermanên din bi rêya bazirganan ji bazaran têne kirîn.

Perwerde mafekî sereke yê tevahî mirovan  e û ragihandina Mafên Mirovan a Cîhanê vê yekê diyar dike û rêxistinên girêdayê NY'yê, di nav de Fona Zarokan a NY'yê (UNICEF) pejirandiye.

Ji bo perwerdekirina zarokan divê cihekî ewle, tendurst û hemû derfertên perwerdekirinê hebe. Lê li kampên Şehbayê derfetên perwerdekirinê gelekî kêm in.

Rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar bi zarokatiyê ne bihîstiye ku li herêma Şehbayê zêdetirî 64 dibistan hene û pêwîstiya wan bi pêdiviyên sereke yên perwerdekirinê re heye.

Ji ber ambargoya ku ji hemû aliyan ve li ser herêmê hatiye ferzkirin, rewşa xizmetguzariyê ne baş e û derfet kêm in, di encamê de nexweş mîna laşmaniy û sorikê belav bûne.

Em weke Rêxsitina Mafên Mirovan û bi navê koçberên Efrînê bang li rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar bi zarokatiyê, dayikbûnê, komîteya navneteweyî ya Xaça Sor, Komseriya Karûbarên Koçberan û rêxistinên mafên mirovan dikin ku erka xwe ya exlaqî û mirovî bi cih bînin, desteka pêwîst pêşkêş bikin, rewşa kampan û rewşa koçberan di ber çavan re derbaskirin, li xwestekên wan guhdar bikin da ku karibin jiyaneke layiqî mirovaniyê bijîn, dagirkeriya Tik a li Efrînê bi dawî bikin, bi garantiya navneteweyî koçberên Efrînê vegerînin herêmên wan."

(bx)

ANHA