'Dewleta Tirk piştevanê yekemîn ê terorê ye'

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê û sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li ciwanên kir ku ji lîstok û derewên ku ji bo xapandina gelê Sûriyê û raya giştî dike, hişyar bin.

'Dewleta Tirk piştevanê yekemîn ê terorê ye'
20 hezîran, 2021   15:00
MINBIC

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê li pêşiya avahiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya li naverasta bajêr kom bûn û têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da.

Hevserokê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ednan Xelîfe daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev yek hate destnîşankirin:

"Em êrişên Tirkiyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên ku li ser erdên me, koçberkirin, qetilkirina li dijî gelê herêmê, guhartina demografiya herêmên dagirkirî û guhertina nasnameya wê, di heman demê de siyaseta tirkkirinê û bi lîstina bi karînên gelê me şermezar dikin. Ava firatê mafekî hevpar ê Sûriyê û Iraqê ye û li gorî peymanên navneteweyî mafê Tirkiyê nine ku bi ava vê çemî bilîze.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku sûcên Tirkiyê yên li dijî gelên herêmê bi dawî bike. Her wiha em bikarnîna ciwanên Sûriyê wekî çete û şandina wan ji bo şerê li Lîbya û Azerbaycanê şermezar dikin. Tişta ku dewleta Tirk dike delîlê planên wê yên qirêj e ku serwerî û hegemoniya osmaniyan li herêmê vegerîne. Em bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûc û binpêkirinên Tirkiyê û destwerdana wê ya li kar û barên Sûriyê şermezar dikin.

Em wekî Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bang li ciwanan dikin ku xwe bi rêxistin bikin û ji bo avakirina welatên xwe û sekna li dijî tevahiya sûcan û êrişên li dijî Sûriyê xebatê bikin, bang li ciwanên li derve dikin ku vegerin Sûriyê û li hemberî welatê xwe bi rola xwe rabin.

Li aliyekî din jî bang li ciwanên li ser xaka dewleta Tirk dikin ku li hemberî kiryarên li derdora wan diqewimin hişyar bin, nekevin xefkên ku ji bo xapandina gelê Sûriyê û raya giştî têne meşandin, kesên ku rastiya Tirkiyê bibîne dizanin ku li ser erda Sûriyê ew piştevanê yekemîn ê terorê ye, her wiha hilweşînerê yekemîn ê şoreşa Sûriyê ye. Dewleta Tirk niha jî ji bo têkbirina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û radestkirina tevahiya herêman ji hikumeta Sûriyê xebatê dike, wekî ku li Xûta, Hema, Heleb û her wekî din pêk anî û bi vê yekê mayina Beşar Esed misoger dike, her wiha hegemonî li Sûriyê jî misoger dike yan jî herêmên ku bi Tirkiyê ve îlhaq bike qezenc bike yan jî di biryarên ku li Sûriyê bi erêkirina hikumeta Şamê hatine dayîn xwedî gotin be. Ger qanûna 2254 were pêkanîn dê bi rêya navê piştgiriya ji opozîsyona sûrî re destkeftiyên xwe bi dest bixe, bi vê yekî mirov xebata Tirkiyê bi du aliyan ve dibîne, piştgirya wê ya eşkere  ya ji opozîsyonê re û piştevaniya ji hikumetê re ya li paş perdê, êdî ev rastiya dewletên kapîtalîst ên cîhanî ye û siyaseta wê ya danûstandinan e. "

Daxuyanî bi sloganên"Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PE2HfH6OciQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>