Emîne Umer: Îtîlaf girêdayî berjewendiyên dewleta Tirk e û tiştekî ji Sûriyê re pêşkêş nake

Emîne Umer got Îtîlaf girêdayî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker r û tu tiştekî ji gelê Sûriyê re pêşkêş nekiriye.

Emîne Umer: Îtîlaf girêdayî berjewendiyên dewleta Tirk e û tiştekî ji Sûriyê re pêşkêş nake
20 hezîran, 2021   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka MSD`ê Emîne Umer girêdayî banga ‘Îtîlafê’ got: "Îtîlaf ji destpêka ku bûye kaxezek di destê Tirkan de ku dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne, tu tişt ji gelê Sûriyê re nekiriye."

Serokê "Îtîlafa Sûriyê" Nesir El-Herîr roja duşemê di civîneke çapemeniyê de li bajarê Stanbolê bang li dewleta Tirk kiribû ku destwerdana leşkerî bi çeteyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê” re bike û derbasî Til Rifet, Minbic û hemû herêmên Sûriyê bibe.

Emîne Umer di civîna Nivîsgeha Jinan a MSD`ê ya li navçeya Dirbêsiyê de piştrast kir ku ew van bangan red dikin û ew ev bang binpêkirineke qanûnên navneteweyî ye.

Her wiha Emîne Umer diyar kir ku MSDji bo hevbeşiya nêrînên hêzên muxalif û demokratîk bi rêya lidarxistina kongreyan û heta çareserkirina aloziya Sûriyê bi hevkariya navneteweyî dixebite.

(bx)

ANHA