Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê dê bicive

Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê ragihand ku wezîr Luigi Di Maio û hempîşeyê wî yê amerîkî Anthony Blinken dê civîna wezîran a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bi rê ve bibin.

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê dê bicive
20 hezîran, 2021   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di civînê de dê derfetek ji endamên koalîsyonê re ji bo nûkirina pabendiya kollektîf a endamên koalîsyonê ji bo têkbirina DAIŞ’ê were dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civîn dê li Romayê ya Îtalyayê di 29'ê Hezîranê de were lidarxistin. Wezaretê wiha da zanîn: "Diyar e ku sekreterê giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg û Josep Borrell dê beşdarî civînê bibin."

Wezareta Karên Derve ya DYA'yê, roja înê ragihand ku Blinken dê hefteyekê li Ewropayê bimîne. Tê payîn ku Blinken bi serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

(dx)