‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin da ku bigihêjin azadiya Rêberê xwe’

Şêniyên Girkê Legê banga Yekitiya Ciwanên Şoreşger bersivand û tev li meşa şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê bûn. Her wiha di meşê de gel daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.

‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin da ku bigihêjin azadiya Rêberê xwe’
20 hezîran, 2021   11:32
QAMIŞLO

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ciwan, rojane berê xwe didin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin, her wiha banga azadiya rêber Abdullah Ocalan dikin.

Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Girkê Legê xwepêşandanek organîze kir. Bi sedan şênî û ciwan tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û ber bi kolana sereke ya navçeyê ve dewam kir. Xwepêşandêran dirûşmên "Dem dema berxwedanê ye, ji Ocalan re azadî" û yên şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirin.

Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Piştre li ser navê Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Egîd Kerho axivî û bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta berxwedan û têkoşînê û got: "Dewleta Tirk a faşîst dixwaze gelê Kurd tune bike û tecrîda li ser rêber Ocalan vê yekê nîşan dide. Em ê berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin da ku bigihêjin azadiya rêber Ocalan û felsefeya wî bişopînin."

Kerho wiha dom kir: "Dewleta Tirk bi hemû çek û hêza xwe tevî piştgiriya PDK'ê êrişî gerîla dike, lê em li dijî dagireriya Tirk piştgiriya hêzên xwe dikin û serkeftin a me ye."

Mitîng bi dirûşmên banga azadiya Ocalan û şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker bi dawî bû.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xc-zJz2eqkI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>