Ekrem Hiso: Konferansa"Li dijî dagirkeriyê" bi  biryarên girîng hate bi dawî bû

Ekrem Hiso piştrast kir ku konferansa"Li dijî dagirkeriyê" ku bi tevlêbûna 260 kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa bi rê ve çûye, bi biryarên girîng bi dawî bû û di serî de beşdarbûna hemiyan di berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk di hemû aliyan de, bû.

Ekrem Hiso: Konferansa"Li dijî dagirkeriyê" bi  biryarên girîng hate bi dawî bû
17 gulan, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanî (KNK) bi rêya onlinê  15`ê Gulanê ji bo yekitiya helwesta li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Kurdistanê konferansa"Li dijî dagirkeriyê" li dar xist. Konferans bi beşdariya 260 kesayetên welatparêz,  siyasî, civakî û akademîsyên ji her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û cîhanê bi rê ve çû.

Di çalakiyê konferansê de beşdaran îşaret bi girîngiya yekitiya refa kurdî ya li  dijî êrişên dewleta Tirk a ku hebûna gelê Kurd li Kurdistanê dike armanc û girîngiya piştgiriya ji Hêzên Parastina Gel ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji 23`yê Nîsanê ve rastî êrişên Tirkiyê tên, kir.

Konferansa"Li dijî dagirkeriyê" bi beşdariya piraniya partiyên kurdî û kesayetên welatparêz ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jê PYNK’ê û TEV-DEM’ê bi rê ve çû.

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso li ser armanca lidarxistina konferansa"Li dijî dagirkeriyê" û girîngtirîn nîqaşên tê de derbas bûn, axivî û got: "Ji destpêka avakirina KNK’ê di 1999`an û heta roja îro de piştgiriya hemû hêzên Kurdistanê yên li Kurdistanê dike û piştgiriya xebata bi armanca yekitiya refa kurdî têne kirin, dike."

Ekrem Hiso diyar kir  ku beriya niha artêşa Tirk a dagirker bi armanca qirkirina Kurdan û têkbirina destkeftiyan wan ên li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê kir. Hiso êrişên dewleta Tirk bi êrişên xeternak wesif kirin.

ARMANC JI LIDARXISTINA KONFERANSÊ MEZINKIRINA YEKITIYA KURD LI KURDISTAN Û CÎHANÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ

Hiso bal kişand ser însiyatîfa KNK’ê ya têkildarî lidarxistina konferansê û ev nirxandin kir: "Armanca sereke ew bû ku li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê yekitiyeke kurdî li Kurdistanê û cîhanê çêbibe û zextê li civaka navneteweyî bike ku li hemberî rewşa ku li Başûrê Kurdistanê diqewime helwesta xwe diyar bike."

Ekrem Hiso da zanîn ku armanceke din a lidarxistina konferansa"Li dijî dagirkiyê" hebû ku ew jî ev bû, girîngiya piştevaniya ji berxwedana HPG’ê re were misogerkirin û wiha got: "Zêdetirî 260 kesayetên welatparêz, siyasî, civakî û akadîmîsyenên ji her çar parçeyên Kurdistanê tev li konferansê bûn û îşaret bi girîngiya piştgiriya ji Berxwedana HPG`ê re kir."

Ekrem Hiso destnîşan kir ku beşdarên konferansê piştrast kir ku êrişên ku artêşa Tirk niha li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên, ne li dijî partiyekê yan tevgereke diyarker e, lê belê li dijî hebûna gelê Kurd tevahî ye.

Ekrem Hiso çend biryarên di konferansê de hate dayîn rêz kir û wiha got: "Di konferansê de Îşaret bi girîngiya bilindkirina asta berxwedana li dijî artêşa Tirk a li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê kir, her wiha hate gotin divê her kes li ser hemû astan beşdarî berxwedana li dijî artêşa Tirk bibe."

Hiso di berdewama axaftina xwe ev yek lê zêde kir: "Yek ji biryarên ku beşdaran di konferansê de daye ew bû ku divê zext li civaka navneteweyî were kirin ku êrişên xwe rawestîne. Her wiha divê zext li Hêzên Koalîsyona Navneteweyî were kirin ku li hember êrişên Tirkiyê bisekinin."

Ekrem Hiso ev li gotina xwe zêde kir: "Êrişên niha li dijî Herêmên Parastinê yên Rewa gefan li ewlehiya dewleta Iraqê û Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, ji ber vê yekê berpirsyariya rawestandina êrişên Tirkiyê ne tenê ji HPG`ê  tê xwestin, lê belê ji hêzên Iraqê û hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tê xwestin."

Hiso da zanîn ku beşdaran bang li gel û hêzên kurdî kir  ku yekitiya refên xwe çêkin û got ev qonax qonaxeke hesas û çarenûsî ye, hebûna gelê Kurd tê armanckirin û êrişên Tirkiyê ne tenê partiyekê yan jî tevgereke diyarker dike armanc, lê belê hebûna Kurdan dike armanc.

Ekrem Hiso wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dê biryarên ku di konferansê de li ser li hev kirine, bi raya giştî ya Kurd û Kurdistanê û cîhanê re di demên pêş de werin parvekirin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/biN3EdkvjTo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>