Seîd Mele Yûsif: Dewleta Tirk bi armanca qirkirina gelê Kurd şerê PKK’ê dike

Seîd Mele Yûsif bang li gelê Kurd, rewşenbîr û partiyên siyasî kir ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk helwesteke hişk nîşan bidin û got “Dema ku dewleta Tirk êrişî Rojava, Başûr, Zap, Metîna û Avaşînê dike, ew tenê partiyekê hedef nagire, lê armanc dike Kurdan qir bike.”

Seîd Mele Yûsif: Dewleta Tirk bi armanca qirkirina gelê Kurd şerê PKK’ê dike
17 gulan, 2021   01:58
QAMIŞLO

Ji 23`yê Nîsanê ve hêzên gerîla di çarçoveya pêngava Bazên Zagrosê de bersiva êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê didin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên welatparêz, siyasetmedar û rewşenbîran piştgiriya xwe ji bo pêngava Bazên Zagosê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker, nîşan da.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Girkê Legê Seîd Mele Yûsif got hebûna dewleta Tirk li ser esasê siyaseta qirkirina gelê Kurd e û wiha lê zêde kir: “Dewleta Tirk dixwaze bi rêya qirkirina gelê Kurd hebûna xwe biparêze. Ji lew re, divê me refên xwe bikin yek û çarenûsa xwe diyar bikin da ku em li hemberî dewleta Tirk yek helwestê nîşan bidin.”

‘DEWLETA TIRK HEBÛNA GELÊ KURD DI PKK`Ê DE DIBÎNE’

Mele Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk ji Garê û heta Avaşîn û Metînayê bi bihaneya şerê PKK`ê, bi amranca qirkirina gelê Kurd dest bi plana xwe ya dagirkeriyê kiriye. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk hebûna gelê Kurd di hebûna PKK`ê de dibîne, ji lew re hemû hêz û çekên xwe xistine tevgerê.”

Mele Yûsif di dewama axaftina xwe de got dewleta Tirk ji beriya bi sedan salan ve hewl dide hebûna gelê Kurd tune bike û wiha domand: “Di dîrokê de hetiya bibîrxistin, ji dema şerê Melazgirtê yê sala 1071`an ve û heta nihe, dewleta Tirk hewl dide gelê Kurd tune bike, lê belê hemû komplo û planên wê têk çûn.”

‘RÊBER OCALAN PROJEYA AŞTIYÊ PÊŞKÊŞ KIR’   

Mele Yûsif behsa qonaxa aştiyê ya ku hikumeta AKP`ê ew têk biriye, kir û têkildarî mijarê got: “Rêveber Ocalan têgehên aştî û neteweya demokratîk di nava gelan de belav kirin. Wî aştiya bi gelê Kurd re, çareserkirina pirsgirêkan û şer bi rêbazên aştiyane û diyalogê pêşniyar kir. Lê belê dewleta Tirk diyalog û aştî qebûl nekir û planên xwe yên dijminahiyê dewam kir. Di enamê de gelê wê ji komployên wê yên domdar zirar dît.”

Mele Yûsif teqez kir ku dewleta Tirk hewl dide wekî Lîbya, Azerbêcan, Misir, Yûnanistan û hwd bi hêzê li welatên din bi cih bibe da ku bi awayekî barbarî destdirêjiyê li gelên cîhanê bike. Mele Yûsif li hemberî wan planên Tirkiyê civaka navneteweyî bêdengiya xwe diparêze.

‘TECRÎD, ÊRIŞ Û QUTKRIINA AVA FIRATÊ PARÇEYÊN PLANEKE GIŞTÎ NE’

Mele Yûsif di nav gotinên xwe de bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd û gleên herêmê planeke giştî dimeşîne û wiha dewam kir: “Girankirina tecrîda li ser rêber Ocalan, êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û qutkirina ava Firatê û êrişên li dijî gelê me yê Kurdistanê parçeyên planeke giştî ne. Ji lew re, divê partiyên me yên siyasî û nexasim partiyên li Başûrê Kurdistanê li hemberî planên dagirkeriya Tirk bisekinin.”

Seîd Mele Yûsif bang li gelê Kurd, rewşenbîr û partiyên siyasî kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk xwedî helwesteke hişk bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dema ku dewleta Tirk êrişî Rojava yan Başûr an Zap, Metîna û Avaşînê dike, ew tenê partiyekî nake hedef lê belê armanc dike gelê Kurd qir bike. Heke em helwesteke yekbûyî û hişk nîşan nedin, em ê li hemberî plan û êrişên dewleta Tirk lawa bimînin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Kz3F15QCK1g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>