Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 87 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 87 kesên din bi Koronayê ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 87 kesên din bi covid-19 ketin
16 gulan, 2021   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku li herêmê 3 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Mistefa diyar kir ku 87 kesên din bi Koronayê ketine ew jî 47 mêr, 40 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 18

Qamişlo: 14

Dêrik: 3

Girkê Legê: 1

Amûdê: 3

Dirbêsiyê: 1

Kobanê: 1

Reqa: 23

Tebqa: 14

Minbic: 4

Şehba: 3

Kampa Holê: 2

Mistefa her wiha destnîşan kir ku 7 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 16 hezar û 998 kes bi Koronayê ketine, ji wan 697 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 746 kes baş bûne.

(cx)