Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê: Ziman bingeha hebûn û nasnameya gelan e

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê roja zimanê kurdî li gelê Kurd û zimanhezan pîroz kir û banga parastina ziman kir.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê: Ziman bingeha hebûn û nasnameya gelan e
16 gulan, 2021   12:23
REQA

15`ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ye, KNK'ê 15'ê Gulanê di sala 2006’an de wek Roja Zimanê Kurdî diyar kir.

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, Komîta Perwerde û Fêrkirinê ya li Reqayê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de Roja Zimanê Kurdî hate pîrozkirin.

Mamosteyên zimanê kurdî li ber navenda Komîteya Perwerdeyê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê Xedîce Îbrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku zimanê kurdî yek ji zimanên herî kevn ê Mezopotamyayê ye, ku bi saya zimanê kurdî şaristaniyek dîrokî ji bo Kurdan hatiye avakirin, ev yek berdewama jiyana neteweyî ya gelê Kurd e ji ber ku dîrok û çanda wan parastiye.

Daxuyanî wiha dom kir: “Parastina zimanê zikmakî û fêrbûna wê mafê her kesî ye, ji ber ku ziman bingeha hebûn û nasnameya gelan e, ji ber vê yekê divê gelê Kurd zimanê xwe biparêze û ji bo pêşketina zimanê xwe bixebite.”

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4pG6S3HqOq4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>