Li sûka çûkan a Qamişloyê şewat çêbû

Agir bi sûka çûkan a Qamişloyê ket û di encamê de gelek zirarên madî çêbûn.

Li sûka çûkan a Qamişloyê şewat çêbû
16 gulan, 2021   12:03
QAMIŞLO

Agir bi 8 dikanên li sûka çûkan a li bakurê Qamişloyê ket û zirarên madî çêbûn.

Ekîbên agirkujiyê yekser berê xwe da cihê bûyerê, da ku şewatê vemirînin.

Hate zanîn ku zarokan li nêzî dikanan agir pê xistiye û piştre gihîştiye dikanan.  Tîma agirkujiyê diyar kir ku agir bi 8 dikanan ketiye.

(dm)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w7HOt-2Zu_Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>