Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiyê bê navber didomin

Îbrahîm Şêxo eşkere kir ku rêxistinên mêtingeriyê ku li Efrînê têne avakirin, ji aliyê dewletên Kendavê û Ewropayê wê ve têne fînansekirin, her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên Uygur, Tirkmen û Ozbek li eniyên şer ên li navçeya Şêrawa bi cih dike.

Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiyê bê navber didomin
Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiyê bê navber didomin
Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiyê bê navber didomin
Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiyê bê navber didomin
Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiyê bê navber didomin
Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiyê bê navber didomin
Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiyê bê navber didomin
Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiyê bê navber didomin
Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiyê bê navber didomin
14 gulan, 2021   00:41
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM-ALAN REŞÎD

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê demografiya wê bê navber diguherînin.

Şêxo wiha axivî: “Ev guhertin di bin navê mirovahî û xêrxwaziyê de û bi fînansekirina dewletên Kendavê û Ewropayê di nav de Almanya, pêk tê ku niyet dikir ku li Ezaz û Efrînê yên dagikirî avahiyên mêtingeriyê ava bikin. Ji ber ku zêdetirî 28 rêxistinên hiqûqî li dijî vê yekê derketin, ev proje betal bû. Lê bi awayekî veşartî ji aliyê dewletên ewropî ve, bi taybet Almanya, proje pêk tê.”

Şêxo bal kişand ser bilezkirina guhertina demografiya Efrînê û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi lez malbatên Tirkmen li seranserî xeta sînor ji navçeya Şera bigire heta navçeyên Bilbilê û Recoyê bi cih kirin. Dewleta Tirk ew malbat ji herêmên cuda yên Sûriyê anîn da ku wan di malên şêniyên Efrînê de bi cih bike.”

Şêxo eşkere kir ku dewleta Tirk derdora 500 malbatên filistînî ji kampên li gundewarên Şamê anîne herêmê.

‘ÇETEYÊN TIRKMEN, UYGUR Û OZBEK LI ENIYÊN ŞER BI CIH DIKIN’

Têkildarî qada leşkerî, Îbrahîm Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi sedan çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê yên Uygur, Tirkmen û Ozbek li seranserî eniyên şer ên li navçeya Şêrawayê bi cih kirine û wiha pê de çû: “Ev bicihkirin bi çavdêriya çeteyên Feyleq El-Şamê ya bi serkêşiya çete Abdullah Helawa pêk tê ku di vê dawiyê de ji çeteyên El-Hemzat qut bûye.”

Li gorî Şêxo, di qonaxa bê de dê çeteyên cîhadîst li gundên navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî werin bicihkirin û got: "Piraniya wan ji Idlibê ne, armanc jî ew e ku Efrînê ji herêmên din ên Sûriyê qut bikin û ji aliyê komên cihadîst ve yên di lîsteya terorê yên navneteweyî de ne, were dorpêçkirin."

‘AVA BENDAVA MEYDANKÎ LI SER EFRÎNÊ QUT DIKIN Û DIDIN EZAZÊ YA DAGIRKIRÎ’

Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk di çarçoveya temamkirina guhertina demografiya herêmê de ava bendava Meydankî li ser Efrînê qut kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker beşa herî mezin a avê daye Ezazê. Di encamê de para Efrînê ya ji avê kêm dike mîna ku li bendavên Firat û Tişrînê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Şêxo eşkere kir ku meclisên herêmî yên girêdayî çeteyên dagirkeriya Tirk şêniyên Efrînê yên resen neçar dikin ku fatoreyên avê bidin, ruxmî ku av li ser bajêr qut e û şêniyên ne ji herêmê jî ji van fatoreyan efû dikin.

Îbrahîm Şêxo da xuyakirin ku şêniyên Efrînê li gel dagirkeriyê, di nava şert û mercên dijwar de ne, nemaze ku çeteyên dewleta Tirk milkên wan desteser kirine.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo di dawiyê de got: “Dewleta Tirk a dagirker siyaseta guhertina demografiyê, pêkanîna sûcan li dijî şêniyên Efrînê, koçberkirina wan û bicihkirina Tirkmenan li şûna wan, didomîne.“

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/McYY8QUDtM8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>