​​​​​​​Sedem û bandora serdana şandeya Erebistana Siûdî ji Şamê re

Di rojên dawîn de dezgehên çapemeniyê mijara serdana şandeya Siûdiyê ji bo Şamê û hevdîtina bi rayedarên Sûriyê re kir rojev. Piştî hin daxuyaniyên piştrastkirin û derewandinê, li ser sedemên ku hişt serdan bê kirin, têkiliya wê bi pêşketinên herêmî re û bandorên wê, pirs çêbûn.

​​​​​​​Sedem û bandora serdana şandeya Erebistana Siûdî ji Şamê re
14 gulan, 2021   04:11
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Rojnameya El-Reyî El-Yewm di hefteyên borî de nûçeyek weşand û tê de diyar kir ku şandeyeke ewlehiyê ya Erebistana Siûdî serdana paytexta Sûriyê Şamê kiriye û bi şandeyeke hikumeta Şamê ya bi serokatiya Elî Memlûk re civiyaye.

Tevî ku ew nûçe zû belav bû jî, lê belê bi xwe re gelek guman anîn. Piştre rojnameya The Guardian a Brîtanyayê hevdîtin piştrast kir. The Guardian da zanîn ku serokê îstixbarata Siûdiyê lîwa Xalid Himêdan serdana Şamê kiriye û bi cîgirê serokê Sûriyê yê kar û barên ewlehiyê Elî Memlûk re hevdîtin kiriye.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin rayedarekî Siûdiyê ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, wiha got: “Ji beriya demekê ve plana civînê hatibû kirin. Pêşketina bûyeran li ser asta herêmî hişt ku têkiliyên Sûriye-Siûdiyê ji nû ve dest pê bikin.”

The Guardian civîna ku roja duşemê di navbera Himêdan û Memlûk de pêk hatiye, wek destpêka pêşketineke muhtemel a di navbera du dijberên herêmî de ku salên dirêj nakok bûn, hesiband.

Li gorî heman rojnameyê, rayedarên li Riyadê got dibe ku normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re piştî cejna Remezanê bi demeke kurt dest pê bike.

Rojnameyê li gorî çavkaniyên xwe ragihand ku wekî gaveke destpêkê ya vegerandina têkiliyên di navbera her du welatan de, Siûdî niyet dike ku balyozxaneya xwe li Şamê veke ku piştî biryara Yekitiya Ereban di 2011`an de girtibû.

Vê geşbîniyê pir dirêj nekir, berpirsê rêveberiya plankirina siyasetan a Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê Raid Qermelî got raporên çapemeniyê yên vê dawiyê derketine û dibêjin ku serokê îstixbaratê Siûdiyê li Şamê dan û standin pêk anîne, ne zelal in.

Qermelî ji Reutersê re daxuyand ku siyaseta welatê wî li hemberî Sûriyê hîna li ser esasê piştgiriya gelê Sûriyê û çareseriya siyasî ya di bin sîwana NY`yê de û li gorî biryarên Meclisa Ewlehiyê ye.

‘ÇAWANÎ Û SEDEMÊN SERDANÊ’

Nivîskar û akademîsyenê Sûriyê Dr. Muhîb Salihe têkildarî mijarê wiha got: “Tê texmînkirin ku raporên çapemeniyê yên li ser serdana serokê îstixbarata Siûdiyê bo Şamê di çarçoveya hevkariya ewlehiyê ya di navbera her du hikumetan de pêk hatibe. Beriya wê jî behsa serdanên gelek rayedarên ewlehiyê yên payebilind ên Sûriyê ji bo Siûdiyê di salên dawîn de hatibû kirin, ev tê wateya ku hevdîtinên ewlehiyê yên di navbera her du welatan de ne nû ne.”

Salihe diyar kir ku sedema serdanan pêwîstiya her du welatan ên veguhertina agahî û tecrûbeyên ewlehiyê ye û bi taybet ên girêdayî çalakiyên komên îslamê yên radîkal wekî DAIŞ, El-Nusra û komên ser bi wan ve ku li Sûriyê belav dibin.

Salihe wiha domand: “Nêzîkariya Misir-Tirkiyê ya li ser hesabê koma Îxwan Muslimîn a li Misirê û hin welatên Kendava Erebî qedexekirî, nîşaneyên derbasbûna van koman û fermandariyên wan ji Tirkiyê bi rêya Sûriyê ji bo Siûdiyê, Urdun, Yemen û welatên din ên Kendavê dide. Dibe ku hin aliyên herêmî yên li erdê Sûriyê derbasbûna wan koman hêsan bikin da ku zirarê bidin ewlehiya neteweyî ya welatên Kendavê.”

Li gorî Salihe, ji aliyekî din ve koordîneya ewlehiyê ya di navbera her du hikumetan de di çarçoveya koordîneya ewlehiyê ya di navbera Siûdiyê-Iraq-Urdunê de pêk tê, da ku rêgirtina li xeteriya komên îslama radîkal û bi taybetî xeteriya vegera DAIŞ`ê li herêmê bi rêya Iraq û Sûriyê, bê misogerkirin.

REWŞA BERIYA SERDANÊ

Serdana şandeya Siûdiyê ya behsê tê kirin ji bo Sûriyê, beriya wê gereke danûstnadinan di navbera Siûdiyê-Îranê li Iraqê pêk hatibû. Her wiha serdan hemwextî dan û standinên di navbera hêzên navneteweyî yên mezin û Îranê de yên têkildarî dosyaya nukleerê pêk hat.

Têkildarî girêdana serdana behsa mijarê bi pêşketinên herêmî re, Salihe got: “Dibe ku hin sedemên siyasî yan amadekirina zemînê ji bo nîqaşkirina dozên siyasî yên ji bo her du welatan girîng hebin, bi taybetî nîşaneyên ku Riyad li ser guhertinên siyaseta hundirîn û derve ya Siûdiyê dide ku mîrê Siûdiyê Mihemed Bin Selman amadekariya wê dike.”

Saliha wiha nirxandina xwe domand: “Di vê çaroveyê de her wiha behsa başkirina têkiliyên siyasî yên Siûdiyê û Îranê tê kirin, ku dibe piştî tirsa Siûdiyê ji nêzîkatiya Îran-Amerîkayê ya muhtemel pêk hatibe, heke Îran di dosyaya nukleerê de li hemberî dûrxistina dozên din û bi taybetî destwerdana Îranê li welatên herêmê, têkbirina ewlehiya Kendava Erebî, piştgiriya Hûsiyan li Yemenê û dûrxistina dosyaya moşekên balîst û rakirina cezayên aboriyê ji ser Îranê, tawîzên girîng bide Biden.”

Salihe di dewama axaftina xwe de got: “Ji aliyekî din ve dibe ku Siûdiyê-Misir-Îmaratê xeteriya tunebûna hevgirtina ereban li ser ewlehiya neteweyî ya welatên Ereban, di sekinandina li hemberî astengiyên ku siyasetên Îran, Tirkiye û Îsraîl derdixin, ferq kiribin.”

'ROLA RÛSYA Û HELWESTA AMERÎKA'

Beriya serdanê Rûsya hewl dida rewşa Şamê wekî berê vegerîne û bihêle ku welatên Ereban têkiliyên bi Şamê re baş bikin. Wezîrê karên derve yê Rûsya Sergey Lavrov di sedana xwe ya dawîn ji bo Kenavê li ser wê yekê kar kir û bi awayekî eşkere behsa girîngiya vegera Şamê li Yekitiya Ereban kir.

Salihe li ser rola Rûsya di wê yekê de wiha got: “Bê guman, Rûsya bi siayseta xwe hewl dide dorpêça erebî û navneteweyî li ser rejîma Sûriyê rake. Xala destpêkê ji bo wê vegera Sûriyê li Yekitiya Ereban e. Lê belê welatên Ereban û bi taybet welatên Kendavê di dosyaya Sûriyê de pabendî sozên xwe yên bi DYA û welatên Ewropayê re ne. Îhtimala nepêkanîna van sozan pir kêm e û dê rastî cezayên Amerîk û welatên Ewropa û bandorên wê li ser berjewendiyên aboriyê were.”

Salihe wiha lê zêde kir: “Bi nêrîna min, bêyî destûra Amerîka û Ewropa dê welatên Ereban gavên bi vê rengî navêjin. Ruxmî îhimala ku Rûsya di vegerandina têkiliyên Siûdiyê-Sûriyê de roleke girîng jî bilîze.

SENARYOYA MUHTEMEL ÇI YE?

Salihe li ser senaryoyên muhtemel wiha got: “Vegera hikuemta Şamê li Yekitiya Ereban û beşdarbûna wê di civîna erebî ya bê de li Cezaîrê de, dê nîşaneya herî berz a vê stratejiyê be, ku dibe rewşa hundirîn a Sûriyê aram bike û çareseriya siyasî ya dosyaya Sûriyê vegerîne lîsteya siyasetên erebî, herêmî û navneteweyî. Her wiha wê geşbîniyên peydakirina derfetên aboriyê yên nû bide ku bandore li ser nirxê lîreya Sûriyê li hemberî pereyên biyanî bike û rewşa aboriyê li seranserê welêt bi rêjeeke sînordar baş bike.”

ŞAM DÊ ÇI SÛDÊ WERGIRE?

Nivîskar û akademîsyen Dr. Muhîb Salihe li ser sûdên ku dê Şam jê bigire, wiha got: “Ger bi rastî armanca serdanê wiha be, heke hikumeta Şamê li ser pêkanîna biryara 2254’an û nexşerêya çareseriya siyasî ya dosyaya Sûriyê ya di bendê 4`an a biryarê de erê neke, wê demê ji nû ve vekirina balyozxaneya Siûdiyê li Şamê wê tenê xewn be.”

Salihe dauxyand ku di hemû rewşan de hebûn na tunebûna balyozxaneyên biyanî li Şamê destpêkê rê li pêşiya şerê navxweyî li Sûriyê negirt, her wiha nehişt ku aliyên şer ên hundirîn û aliyên derve yên destwerdanê dikin çareseriya siyasî ya li gorî her kesî qebûl bikin.

Salihe diyar kir ku heke bi rastî balyozxaneya Siûdiyê li Şamê hat vekirin, dê tu guhertineke girîng di dosyaya Sûriyê de çêneke, heke îradeya navneteweyî ya ku bihêle hemû aliyên şer mekanîzmayên pêkanîna biryara navneteweyî û biryarên navneteweyî yên din ên têkildar nîqaş bikin.

(cx)

ANHA