Dewleta Tirk dibistan veguherandine navendên belavkirina fikrên tundraw

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê Suhêl Walî diyar kir ku dewleta Tirk materyalên bi zimanî tirkî derbasî dibistanan kiriye, siyasetên tirkkirinê dimeşîne û fikirên tundraw belav dike.

Dewleta Tirk dibistan veguherandine navendên belavkirina fikrên tundraw
14 gulan, 2021   06:35
MINBIC - SELWA EBDULREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya dijminane li dijî gelên herêmê, bi taybet li herêmên dagirkirî didomîne. Dewleta Tirk  siyaseta tirkkirinê dimeşîne, ciwan, zarok û xwendekaran dike armanc da ku nifşeke xwedî baweriyên tundraw li gorî ajandeyên xwe ava bike.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarên wê Suhêl Walî diyar kir ku dewleta Tirk ji dema ku xaka Sûriyê dagir kiriye, sûcên mîna tirkkirin, guhertina demografiyê û ferzkirina bikaranîna pereyên tirkî pêk tîne.

Walî destnîşan kir ku dewleta Tirk li herêmên ku dagir kirine materyalên bi zimanê tirkî derbas dibistanan kiriye û bi rêya van materyalan fikirên tundraw di nav şêniyan de belav dike. Walî axaftina xwe whia domand: “Gelek rayedarên tirk serdana herêmê kirin, herî dawî raydarekî partiya nîjadperest a Tirkiyê ya tundraw MHP serdana dibistaneke bajarê Babê yê dagirkirî kir û ala Tirkiyê li ser daliqand.”

Li rex guhertina demografiyê Suhêl Welî got: "Dewleta Tirk bi zanabûn fikirê tundraw di nava dibistana de belav dike, ji ber wê mejiyên xwendekar û ciwanan tê şûştin û fêrî fikirên tundraw dibin. Ev yek dê di pêşerojê de bibe sedem belavbûna tundî û terorê li herêmên dagirkirî. "

Walî hişyarî da ku ev yek derfetê dide dewleta Tirk da ku çîna ciwanan û xwendekaran li gorî îdeolojiya xwe ya neteweperest bi kar bîne. Walî bang li civaka navneteweyî kir ku rê nedin ku dewleta Tirk van sûcên li dijî qanûnên navneteweyî pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker materyalên bi zimanê tirkî di dibistanên herêmên dagirkirî de li rex yên bi zimanê erebî dide xwendin. Alên xwe û wêneyên serokkomarê Tirk li hemû cihan daliqandine, ji ber wê ji dîtina yekemîn ve xuya dibe ku ev bajar bajarên Tirkiyê ne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4Q9S_F0LPws" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>