Ji ber qutkirina ava Firatê saetên dayîna kehrebeyê li Kobanê û Minbicê dê kêm bibin

Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê duh ragihand ku dê saetên dayîna kehrebeyê li bajarê Kobanê kêm bikin, ji ber ku ava çemê Firatê pir kêm bûye. Her wiha li Minbicê jî heman rewş heye.

Ji ber qutkirina ava Firatê saetên dayîna kehrebeyê li Kobanê û Minbicê dê kêm bibin
29 nîsan, 2021   09:06
KOBANÊ

 Piştî zêdetirî 3 mehan ku dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava çemê Firat kêm kiriye, saetên dayîna kehrebeyê hatin kêmkirin.

Kehrebe ji saet 04:00`an heta 16:00`an ji bajarên Kobanê û Minbicê re dihat dayîn û li gundewarên her du bajaran jî ji saet 16:00`an heta 12:00`an sibehê kehrebe hebû.

Piştî ku dewleta Tirk ava çemê Firatê kêm kir, saetên kehrebeyê hatin kêmkirin. Niha av bi rêjeya 200 metrekab di her saniyekê de li şûna 500 metrekab derbasî Sûriyê dibe. Li gorî lihevkirina di navbera Tirkiye û Sûriyê ya sala 1987`an de para Sûriyê ji ava çemê Firatê 500 metrekab di her saniyekê de ye. Ji ber van sûcên dewleta Tirk nîşaneyên rûdana kerasteke mirovî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin pêş.

Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilata Sûriyê beriya du rojan ragihandibû ku asta depokirina gola bendava Firatê 304 metre ye lê niha tenê tenê 298 metre ye.

Rêveberiya Bendava Tişrînê hişyarî da ku ji ber daketina avê nemaze di havînê de dê bibe sedema gelek nexweşiyan û herêm dê bi keraseteke mirovî re rû bi rû bimîne. Mîna ku tê zanîn piraniya niştecihên herêmê ava vexwarinê yekser ji çem digirin, bêyî ku stasyonên parzûnkirinê hebin.

Rêveberiyê destnîşan kir ku ji bo peydakirina ava vexwarinê zehmetiyan dikişînin, bi taybet piştî ku gelek hilmij ji ber kêmbûna asta ava çemê rawestîn û gevz derket û ava vexwarinê qirêjî bû.  Ji ber kêmbûna asta çem, herikîna avê bi rêya hilmijan kêm bû. Hilmij jî tenê dema asta avê bilind dibe, dixebitin.

Rêveberiyê hişyarî da ku xetereyeke din jî heye divê hemû jê baldar bin, ew jî ewlehiya xwarinê ye ku hilberînên genim û ceh bi rêya ava çem tên avdan. Bi kêmbûna asta avê re, di radeya yekemîn de dê bi hezaran hektar zevî bê av bibînin ku dê heta radeyekê pêwîstiya şêniyan di radeya yekemîn de peyda dike û di radeya duyemîn de sewalvaniyê xilas dike, nexasim ku mewsima heyî hişk derbas bû.

Rêveberiyê bendavê piştrast kir ku daketina rêjeya avê berdewam bike, tê wateyê ku dê tevahî bendav, nikaribin kehrebeyê derxin û dê ava mayî tenê ji bo vexwarin û avdanê were parastin.

 (dm)

ANHA