Neteweyên Yekbûyî banga derxistina çeteyan ji Lîbyayê kir

Şandeya Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê banga vekişîna çete û şervanên biyanî ji Lîbyayê kir, her wiha banga vekirina rêya peravê ya ku rojhilat û rojavayê Lîbyayê bi hev ve girê dide,  kir.

Neteweyên Yekbûyî banga derxistina çeteyan ji Lîbyayê kir
29 nîsan, 2021   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku nûnerê NY’yê yê li Lîbyayê Jan Kubish ji endamên komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) nerazîbûna xwe ji derengmayîna vekirina rêya peravê ya ku rojhilat û rojavayê Lîbyayê bi hev girê dide, anî ziman.

Di daxuyaniya şandeyê de wiha hate gotin: "Kubish û komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) diyar dikin ku vekişîna çete, şervan û hêzên biyanî divê di demeke nêz de dest pê bike."

Komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) biryar da ku civînên xwe yên ku duh dest pê kirine, heya pêncşemê li bajarê Sirteyê bidomîne.

(dx)