Kongreya Star: Em bi berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn serbilind in

Kongreya Star bi peyamekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber berxwedan û serkeftina wan a li taxa Teyî ya Qamişloyê pîroz kir û got “Em bi berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn serbilind in û bawer in ku dê her bimînin hêza parastina nirx û rûmetê.”

Kongreya Star: Em bi berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn serbilind in
29 nîsan, 2021   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star bi peyamekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber têkoşîna wan a li taxa Teyî ya Qamişloyê pîroz kir.

Konreya Star di peyama xwe de got: “Ji destpêka şoreşa Rojava û heya niha rejîma Sûriyê û Dîfaa El-Wetenî êrişên xwe yên hem fikirî wek propoganda û hem jî li ser erdê ji ber mêjiyê dewletparêz ê ku bi salan dewletan xwe li ser ava kiriye, nehatiye rawestandin.”

Di peyamê de hate destnîşankirin ku guherîna di encama şoreşa Rojava de li ser erdê diyar e û wiha hate gotin: “Lê belê, ew dixwazin projeya me ya neteweya demokratîk têk bibin û bi her awayekî sîstema xwe ya dewletparêz vegerînin.” 

Kongreya Star wiha lê zêde kir: “Di vê pêvajoyê de hêzên me yên ewlekariya hundirîn bi hemû hêza xwe ji bo parastina  gelê taxa Teyî  hemû hewldanên xwe kirin ku ew tax wek roja îro di nava aramiyekê de bijî.

Em bi berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn serbilind in û bawer in ku dê her bimînin hêza parastina nirx û rûmetê.”