Hêzên Îranê bi ser gundekî de girt û bi dehan gundî birîndar kirin

Hêzên rejîma Îranê bi ser gundê Dertengî Bala yê herêma Loristanê de girt û di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Hêzên Îranê bi ser gundekî de girt û bi dehan gundî birîndar kirin
29 nîsan, 2021   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Rojnewsê, duh êvarê hêzên rejîma Îranê ji bo dagirkirina mal, bax û baxçeyê welatiyan, çûn gundê Dertengî Bala yê herêma Mehman a bajarê Elşiter ê parêzgeha Loristan a rojhilatê Kurdistanê.

Xelkê gund li dijî dagirkeriya hêzên rejîma nerazîbûn nîşan da û rê neda ku bikevin nav mal, bax û baxçeyê wan. Hêzên rejîmê êrişî gundiyan kir û gule li wan reşandin.

Li gorî agahiyan di encama êrişa hêzên rejîmê de bi dehan gundîn bi giranî birîndar bûne û gelek kes jî hatine girtin.

Xelkê gund ragihand ku rejîm bi hinceta çêkirina rê, dixwaze malên wan xirab bike, bax û baxçeyê wan ji holê rake.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iABKOeHOmBw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>