Şêniyên taxa Teyî: Em ji hebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxê kêfxweş in

Şêniyên taxa Teyî ya Qamişloyê der barê hebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxê de kêfxweşiya xwe nîşan da û diyar kir ku piştî çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxê hatin derxistin, bi ewlehî dijîn.

Şêniyên taxa Teyî: Em ji hebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxê kêfxweş in
29 nîsan, 2021   07:21
QAMIŞLO

Piştî Hêzên Ewlekariya Hundirîn çeteyên bi navê Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê ji taxa Teyî derxistin, bi dehan malbat vegeriyan malên xwe yên li taxê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 25`ê Nîsanê bi navbeynkariya QSD`ê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê agirbest ragihand û bang li welatiyan kir ku kesên dixwazin vegerin malên xwe, bila serlêdana nuqteyên ewlehiyê bikin, da ku garantiya derbasbûn û ewlehiya mal û milkên wan misoger bikin.

Piştî çend saetan ji vegera welatiyan a li malên xwe, bi sedan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxê bi cih bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku dema welatî vegeriyan malên xwe,   tu zirar negihaştibûn mal û milkên wan û ew gilî û pirsên welatiyan guhdarî dikin.

ꞌEM KÊFXWEŞ INꞌ

Şêniyên taxa Teyî têkildarî vegera li malên xwe ku bi alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk hat, kêfxweşiya xwe nîşan da û da zanîn ku piştî Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbasî taxê bûn, ew ewlehiyê hîs dikin.

Welatiya bi navê A.E. ya 40 salî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ber ku xizmên wê li herêmên çeteyan hene û ji beriya 25 salan ve li taxa Teyî dijî, têkildarî hebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxê kêfxweşiya xwe nîşan da û got hêzan alîkariya sivîlan kir.

ꞌBI HEBÛNA HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN RE EWLEHÎ HEYEꞌ

Welatiyê bi navê Yehya El-Hisên xweşbîniya xwe ya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir û got dema çeteyên Dîfaa El-Wetenî li taxê bûn; her tim mal û milkên wan dihatin dizîn û zehmetiya kêmbûna xizmetguzariyê dikişandin.

Yehya El-Hisên destnîşan kir ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji şêniyên texê re tu xizmet nekirin, ji ber vê her tim azara tunebûna madeya mazotê, gaz û avê dikişandin û ev li gotina xwe zêde kir: "Dîfaa El-Wetenî her tim hewl didan mal û milkên me desteser bikin."

Ciwanê bi navê Zeyd El-Uwêş spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî derxistin û got: "Bi hebûna Dîfaa El-Wetenî ya li taxê re em li malên xwe jî bi ewlehiyê nehesiyan."

Zeyd El-Uwêş di di dawiyê de da zanîn ku li taxê zehmetiya debarê û buhabûna kel û pelan dikişandin, cereya gazê li taxê bi 20 hezar lîreyên sûrî dikirîn, lê li herêm û taxên Rêveberiya Xweser ev zehmetî tune ye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J1314GQgo-0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>