'Biryara dadgeha dewleta Tirk ya têkildarî tecrîdê polîtîk e û ne rewa ye'

Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê û hevserokê Yekitiya Parêzeran a Cizîrê li ser biryara Dadgeha Destûrî ya dewleta Tirk ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi qanûnî û rewa bi nav dike, got "Biryar polîtîk e û ne qanûnî ye."

'Biryara dadgeha dewleta Tirk ya têkildarî tecrîdê polîtîk e û ne rewa ye'
29 nîsan, 2021   08:01
QAMIŞLO – ÎSAM ABDULLAH – HÊLÎN ABDULLAH

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê 19'ê Nîsanê de, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha girava Îmraliyê ferz kiriye bi "wewa û qanûnî" bi nav kir.

Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm û hevserokê Yekitiya Parêzeran a Cizîrê biryara dadgehê şermezar kir û got Tirkiyê behsa qanûnan dike, lê pêk nayne.

Ebdulrehîm destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan nûnertiya gelekî dike, ronakbîr û fîlozofek e ku di merçên mirovî yên zehmet ên tecrîdê de ye û got: "Armanc ji tecrîda li dijî Rêbertî tecrîdkirina fikir û projeya azadî û demokrasî ya tevahî pêkhateyan e ku bi fikir û felsefeya wî bawer in."

Ebdulrehîm destnîşan kir ku dewleta Tirk behsa qanûn û demokrasiyê dike, lê ne xwedî qanûn û hiqûq e û got: "Kîjan qanûna tecrîdê li ser siyasetmedar, ronakbîr û rêberekî ferz û rewa dike?"

Ebulrehîm Mihemed teqez kir ku biryara Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê ne rewa ye, rêbertî di tecrîdeke giran de ye, divê dewletên herêmê û Tirkiyê vê yekî bibînin.

Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Ebdulrehîm Mihemed di dawiya axaftina xwe de biryara Dadgeha Destûrî şermezar kir û da zanîn ku ew vê yekê bi tevahî rêbazan red dikin. Her wiha banga domandina têkoşînê kir.

'BINGEHEKE QANÛNÎ JI DAXUYANIYA DADGEHÊ RE TUNE YE'

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Şahîn Lalê diyar kir ku dewleta Tirk hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike û nêzîkatiyên xwe yên derqanûnî rewa dike. Lalê got tu bingeheke qanûnî ji daxuyaniya Dadgeha Destûrî re tuneye û wiha domand: "Ev daxuyanî ji bo razîkirina AKP û MHP'ê ye  ku her du jî di nava krîzên hundirîn û helweşîna aborî tengijî ne. Biryara dadgehê polîtîk e û ne qanûnî ye."

Lalê destnîşan kir ku dewleta Tirk qanûn û destûrên xwe bin pê dike û got: "Madeyên di destûra wê de tiştek in û pêkanîna wan tiştekî din e. Dewleta Tirk  ji bo berjewendiyên xwe qanûnê pêk tîne û desthilata dadwerî ji bo xizmeta AKP'ê bi kar tîne. Partiya serdest a li Tirkiyê rêzê ji hiqûqê re nagire û binpêkirinan dike ku rewabûna wê ya navneteweyî winda dike. Mixabin tu helwest û bersiv ji van binpêkirinên wê yên bi tirs re nayên dayîn."

Şahîn Lalê ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir û got, rakirina tecrîdê erka hemû parêzeran e.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cfOjCa5xNI4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>