Hêzên di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de: Em hewl didin xetereya li ser penaberan rakin

Hêzên ku di nava Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de cihê xwe digirin, destnîşan kir ku ji bo ewlehî, aramiya pênaberan operasyon heya niha berdewam dike û got “Em hewl didin xetereya li ser penaberan rakin.”

Hêzên di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de: Em hewl didin xetereya li ser penaberan rakin
Hêzên di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de: Em hewl didin xetereya li ser penaberan rakin
Hêzên di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de: Em hewl didin xetereya li ser penaberan rakin
Hêzên di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de: Em hewl didin xetereya li ser penaberan rakin
Hêzên di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de: Em hewl didin xetereya li ser penaberan rakin
31 adar, 2021   06:37
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya çaran de berdewam e. Di vê operasyonê de 5 hezar hêzên QSD, YPJ/YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûne. Şervanên ku di operasyonê de amade ne, nêrînên xwe û agahiyên dawîn parve kirin.

Bager Kobanê ku endamê Yekîneyên Antîterorê (YAT) ye, got: “Ev 4 roje em di nav operasyonê de ne. Bêyî ku em zirarê bidin tiştên di nav konan de, em karê xwe dikin. Di demên dawî de zêde pirsgirêk li kampa Holê derdiketin. Emm li çeteyên ku kuştina pênaberan bi rêxistin dikin, alavên ku di kuştinê de bi kar tînin, digerin.  Her wiha kesên ku navên wan di destê me de ne, li wan jî digerin. Gelek çeteyên wiha hatin girtin. Yên ku alîkariya çeteyan dikirin jî niha di lêpirsînê de ne. Ev operasyona me bi giştî ji bo parastina koçber û penaberan e. Kamp gelek mezin e em beş bi beş bi pêş de diçin. Destpêkê em kesên li kampê, li cihekî kom dikin, paşê jî dest bi lêgerina konan dikin.  Heya niha baş didome.”

Endama Asayîşa Jin Rohat Qamişlo bale dikişînê ser xetereya kampê û dibejê: “Kampa Holê di cîhanê de bi xetereya xwe bi nav û deng e. Li dijî vê xetereyê me jî di operasyonê de cihe xwe girtiye. Li kampê bûyerên kuştîna jinan jî pêk dihatin. Rola me di vê kampê de ku jiyaneke ewle ji penaberan re ava bikin. Ew hişmendiya DAIŞ’ê ya ku pê hatine perwerdekirin, xistin e mêjiyên zarokên 7 salî jî. Wekî hêzên jin em bi hurmet hem penaberan hem jî konan kontrol dikin. Hewldanên me ku em vê xetereyê rakin. Em keyfxweş in û em ê teqez bi ser bikevin.”

‘HEYA NIHA OPERASYON SERKEFTÎ YE’

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şahîn Sileman jî anî ziman ku heya niha operasyon bi serkeftî derbas dibe û got: “Di encama operasyonê de me miqdarek gule, çek û cilên leşkerî dîtin. Çeteyên DAIŞ’ê dixwazin li vir xwe bi rêxistin bikin û em jî hewl didin ku vê ji holê rakin. Di nav konan de konên zêde me dîtin. Van konan ji bo civîn û perwerdeyan bi kar tînin. Me tunelên wan jî dîtin. Heya van kêliyan jî operasyona me gelekî encamgir e û hîn jî berdewam e.”

ANHA