‘Êdî baweriya me bi PDK û hikumeta Iraqê nemaye’

Ezidiyên li Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku plana nû ya dagirkirina Şengalê planeke navneteweyî ye û got “Mafê me ye ku em ҫarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Baweriya me êdî bi PDK`ê û hikumeta Iraqê nemaye.”

‘Êdî baweriya me bi PDK û hikumeta Iraqê nemaye’
31 adar, 2021   07:31
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê sala 2014`an êzidiyên Şengalê bi terora DAIŞ`ê re rû bi rû hiştin, îro hewl didin ku bêyî qebûlkirina şengaliyan careke din vegerin Şengalê.

Hikumeta federal a Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê di 9'ê Cotmeha 2020'an de têkildarî rêvebirina Şengalê peymanek pêk anî, bêyî ku îradeya gelê Şengalê esas bigirin ku ji ber vekişîna hêzên her du hikumetan ji aliyê DAIŞ`ê ve rastî komkujiyê hatibûn.

Her du hikumetan bi awayekî domdar gefên dagirkirina Şengalê xwarin. Her wiha heta 1'ê Nîsanê muhlet dan hêzên Asayîşa Şengalê da ku peywirên xwe radestî PDK'ê û hikumeta Iraqê bikin.

Êzidiyên Şengalê helwesta xwe li hemberî vê biryarê nîşan da. Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek da û got ew ê qebûl nekin ku Şengal vegere beriya 2014`an.

Êzidiyên li Rojava jî vegera hikumetên Hewlêr û Bexdayê li Şengalê, red kir û got: “Ev planeke nû ya dagirkirina Şengalê û belavkirina êzidiyan li cîhanê ye.”

Îsmaîl Delif dibêje: “Plana dagirkirina Şengalê pir mezin e. Ew li ser asta navneteweyî ye û ji gefên domdar ên hikumetên Başûr û Iraqê ji şêniyên Şengalê re diyar dibe.”

Delif got piştî komploya 3`yê Tebaxa 2014`an dema ku PDK`ê gelê Şengalê bi tenê li hemberî DAIŞ`ê hişt, ev siyaset bi destê dewletan li ser civaka Şengalê hat meşandin.

‘BAWERIYA ME BI WAN NEMAYE’

Delif diyar kir ku piştî ku bi sedan jin, mêr û zarokên Şengalê hatin revandin, di rojên aramî û îstiqarê de li Şengalê êdî baweriya wan bi aliyên ku xwe wek parêzvanên Şengalê (PDK û hikumeta Iraqê) nîşan didin, nemaye.

Delif diyar kir ku şengaliyan gelek fedakarî ji bo axa Şengalê kir û got: “Şengal îro hatiye guhartin û ne wekî sala 2014'an e. Şengal bi jin û mêrên xwe bûye civakeke birêxistinkirî û xwedî rêveberiyeke xweser, saziyên sivîl û hêzeke leşkerî ye (Asayîşa Êzîdxanê).”

‘LI KU DERÊ BÛN?’

Delif di dewama axaftina xwe de ev pirs kir: “Hêzên ku îro hewl didin bêyî erêkirina şengaliyan bikevin Şengalê, dema ku ax û şerefa şengaliyan ji aliyê DAIŞ'ê ve hate talankirin, ew li ku derê bûn? Piştî ku Şengal hate rizgarkirin, dixwazin vegerin."

`MAFÊ ÊZIDIYAN E KU ҪARENÛSA XWE DIYAR BIKIN`

Mehmûd Delif jî piştrast kir ku mafê civaka êzîdî heye ku ҫarenûsa xwe diyar bike û xwe bi rê ve bibe û wiha berdewam kir: "Di dîrokê de hatiye îsbatkirin ku parastina xweser yekane rê ye ku mirov pê xwe biparêze, em jî wek êzidiyên Rojava piştgiriya xwe ji Şengalê re radigihînin.”

Delif destnîşan kir ku plana dagirkirina şengalê navneteweyî ye, hewl didin êzidiyan parҫe bikin da ku bi hêsanî wan kontrol bikin û diyar kir ku girîngiya Şengalê ji çiyayên wê ye, ji ber ku ew çiya sembola koka êzidiyan in.

Delif îşaret bi Hêzên Parastina Gel (HPG) kir û got kesên ku Şengal di 2014`an de ji hovîtiya DAIŞ'ê parast, diyar in û bang li tevahî êzidiyên li cîhanê û kesên xwedî wijdan kir ku piştgiriya êzidiyên li Şengalê bikin

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X61hiVh-yKo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>