Çeteyên dewleta Tirk bi moşekên Grad êrişî hêzên hikumetê kir

Çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li gundewarên Idlibê bi moşekên Grad topbaran kirin. Di heman demê de tevgera balafirên keşfê li asîmanê herêmê zêde bû.

Çeteyên dewleta Tirk bi moşekên Grad êrişî hêzên hikumetê kir
31 adar, 2021   12:20
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) çeteyên “Odeya Çalakiyên El-Fetih El-Mûbîn” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Dadêx û Xan Subul ên li rojhilatê Idlibê, bi moşekên ‘Grad’ topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê jî deverên li derdorê Meceliya ya başûrê rojhilatê Idlibê, Fetîra, Sifohin, derdorê Kensefra û Bare yên çiyayê Zawiyê yên gundewarên başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Li asîmanê herêmê ji beriya çend saetan ve tevgereke zêde ya balafirên keşfê heye.

(cx)