MSD: Şoreşa gelê Sûriyê meşeke ku dê raneweste

Bi wesîleya salvegera 10’emîn a destpêkirina şoreşa Sûriyê, MSD’ê got: "Tevî hêza dijber, gelek astengiyan û dûrketina ji armancên bilind ên şoreşê, hêvî di Rêveberiya Xweser û QSD'ê de."

MSD: Şoreşa gelê Sûriyê meşeke ku dê raneweste
15 adar, 2021   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 10'emîn a şoreşa Sûriyê  daxuyaniyek nivîskî weşand.

MSD'ê got; "Şerê Sûriyê yê dirêj bi gelek bûyerên biêş re derbas bû û bi tevgera şoreşê ya rêxistin, yekitî û sendîkayên pîşeyî re yên di dawiya salên 70’î de dest pê kir , li dora wê îxwan kom bûn ku berê şoreşê ber bi çek, xwîn û tolhildanê ve birin û hişt ku şoreşê vegerîne şerekî mezhebî ku kokên wê heta îro diçin û jê nehatine rizgarkirin. Îro jî serhildana gel a di Adara 2011’an de dubare dibe."

MSD'ê diyar kir ku şoreşa Sûriyê ya sala 2011'an dest pê kir meşeke berewam e û wiha pê de çû: "Tevî hêzên dijber, gelek astengiyan û dûrketina ji armancên bilind ên şoreşê ku bi sedama kiryarên nebşar ên muxalefetên derketin, her wiha rexmî destwerdanên derve û lîstokên navdewletî û herrêmê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD'ê hêvî dimînin. Rêveberiya Xweser li herêmên berfireh ên Sûriyê ewlehî pêk anîn. QSD'ê rêxistina terorîst a DAIŞ'ê têk bir û operasyonên wî bi hevkariya Hêzên Koaslîyona Navneteweyî re yên li dijî şaneyên veşartî berdewam in. Li aliyekî din jî xebatê siyasî yên MSD'ê berdewam in, ku bang li hêzên demokratîk dike ku li derdora sîwana ku tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê kom dike, bicive da ku li hemberî nerewabûna rejîmê û hilbijartinên wê yên xirab bisekinin. Di heman demê de MSD'ê piştevaniyê dide şoreşa gelê Sûriyê heta ku armancên xwe yên di azadî, rumet, û avakirina dewleteke nenavendî, demokratîk de pêk bîne, bi itîrafa destûrî dê jiyana sûriyan bi hemû pêkhateyên wê geş bibe."

ANHA