5 Moşek li baregeha Beled a Iraqê ketin

Çavkaniyên ewlehî yên iraqî daxuyand ku 5 moşek li baregeha Beled a asîmanî ya bakurê paytexta Bexdayê ketin.

5 Moşek li baregeha Beled a Iraqê ketin
15 adar, 2021   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkanî ji Someriye News re got 5 moşekên katyoşa li parçeya bakurê rojavayê baregeha Beled a asîmanî ya Bexdayê  li qada vala ketin.

Heman çavkanî da zanîn ku di encama avêtina moşekan de tu zirarên canî û madî çênebûn.

(fr)