Berhemên rojhilatê Deryaya Spî; dewleta Tirk hewl dide bi rêbazeke nû wan bi dest bixe

Piştî ku dewleta Tirk di pêkanîna armancên projeya xwe ya serweriya li ser gaza rojhilatê Deryaya Spî de bi rêya derxistina aloziyan bi welatên herêmê re bi bin ket, dît ku êdî ew rêbaz bi kêr nayê. Vê dawiya dewleta Tirk dest bi qonaxa lihevkirin û xwenêzîkkirina dewletên li herêmê wekî Misirê kiriye.

Berhemên rojhilatê Deryaya Spî; dewleta Tirk hewl dide bi rêbazeke nû wan bi dest bixe
12 adar, 2021   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN - UMER MÛSA

Di navbera dewletên li ser berhemên binerd ên li rojhilatê Deryaya Spî de bi nakok, rewşeke aram heye. Bi taybetî dewleta Tirk ku plan dike berhemên gazê bi dest bixe.

Di hefteya borî de, dewleta Tirk daxuyand ku ew dixwaze nêzî Misirê bibe û nakokiyên pê re çareser bike. Bi wê re jî diyar dibe ku dewleta Tirk ji ber hevalbendiya dewletên rojhilatê Deryaya Spî li dijî wê, bi fikar e. Ev yek di daxuyaniya dawîn de ku wezîrê wê yê parastinê Hulusî Akar şemiya borî daye, eşkere dibe. Hulusî Akar gotibû “dewleta Tirk û Misir xwedî nirxên dîrokî û çandî yên hevbeş in” û “aktîfkirina van nirxan dikare pêşketinên cuda di rojên pêş de çêke.”

ÇÎROKA BERHEMÊN ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ

Di 2010’an de Desteya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê got îtimala nêzî 122 trilyon metrekab ji çavkaniyên gazê yên nehatine vedîtin, li hewza rojhilatê Deryaya Spî ya li hemberî beravên Sûriye, Lubnan, Îsraîl, Xeza û Qibirsê, her wiha nêzî 107 milyar bermîl petrol hebe.

Di 10 salên dawîn de, gelek zeviyên gazê li herêma rojhilatê Deryaya Spî hatin vedîtin, ya yekê zeviya "Tamar" e ku şîrketa Noble Energy a Amerîkayê ew zevî li beravên Îsraîlê keşf kiribû. Piştre ku gelek zevî hatin vedîtin, berhemên herêmê bûn cihê balkişandina gelek dewletan û di nav de dewleta Tirk ku plan kir berhemên gaza xwezayî bi rêya Qibrisê bi dest bixe.

Li gorî pisporan, dewleta Tirk dixwaze çavkaniyên gazê bi dest bixe ji ber ku ew berhem wekî dergeha serwerî û hegemonyayê tên pejirandin. Tê pêşbînkirin ku li gorî sûda ku ji gazê bibîne, daneyên siyasî û aborî yên dewletên herêmê biguherîne.

Bi wê yekê re herêma rojhilatê Deryaya Spî veguherî navenda nakokiyên nû û tê de li ser berjewendiyên cihêreng ên siyasî, aborî û ewlehî şer tê kirin. Her wiha nakokiyên aliyên dijber zêde dibin û hevsengiyên hêzê di navbera wan de tên guhartin.

PLANÊN HEGAMONYAYA TIRKIYÊ GIHAŞTIN KU DERÊ?

Di demên dawîn de, êdî dewleta Tirk bi saya hevalbendiya hêzên herêmê li dijî siyasetên wê di tecrîdê de dijî. Li gorî nivîskar û analîzvanê siyasî Mihemed Ebû Mihadî, êdî projeya berfirehkirina mêtingeriya dewleta Tirk û serweriya li berheman, piştî ku çavnebariyên wê eşkere bûn, êdî rastî helwestên cîhanî tê.

Ebû Mihadî ji ANHA`yê re wiha got: "Destpêka siyasetên dewleta Tirk, li herêmên nakokiyan ên Rojhilata Navîn (Lîbya, Sûriyê û Iraqê) hatin redkirin. Piştre welatên Ereban planên dewleta Tirk red kirin û karîbûn van berjewendiyan rawestînin û bi wê re jî Erdogan û rejîma xwe ji nû ve xîtaba xwe ya dijminahiyê bi xîtaba lihevkirinê guherîn, bi taybetî bi Misir û Erebistana Siûdiyê re."

Vê dawiyê “piştî ku dewleta Tirk bi Lîbyayê re muzakereyek lihevkirinê ya girêdayî diyarkirina sînorên deryayî pêk anî, wekî bersiveke herêmî dewleta Tirk ji forûma gaza rojhilatê Deryaya Spî hate dûrxistin. Lê di encamê de Enqereyê dît ku ew di rojhilatê Deryaya Spî de hatiye tecrîdkirin û bêyî hevalbend maye. Tevî ku peravên wê yên herî dirêj in li ser rojhilatê Deryaya Spî, ku ew dixwaze vê yekê bi xîtabeke nû çareser bike.”

Ebû Mihadî destnîşan kir ku qadeke din heye ku dewleta Tirk jê hatiye dûrxistin ew jî parzemîna Ewropayê ye û wiha nirxandina xwe dewam kir: “Rêveberên ewropî dest bi girtina tedbîrên cezayî kir, wekî bersivdayîna xebatên lêgerîna li petrol û gazê ku şîrketên dewleta Tirk pê radibin. Rêveberên ewropî  her wiha avakirina du dewletan li Qibrisê ya ku Erdogan îşaret pê kiribû, red kir.”

Di demên dawîn de rêveberên welatên Ewropayê helwesteke hişktir li dijî tetbîqatên dewleta Tirk ên şantajkirina Yewnanistanê, nîşan da. Van mijaran hişt ku rejîma Tirkiyê gelek caran ji pêşandana hêza xwe bi paş de vekişe ku ew yek bi armanca nermkirina xîtaba xwe ji bo lihevkirinan nêzî 2 sal berê pêk dianî.

Li aliyekî din jî Ebû Mihadî got: “Bûyera herî girîng ku hiştiye dewleta Tirk xîtaba xwe biguherîne, serketina Jeo Biden bû. Biden li hemberî dewleta Tirk helwesteke hişk nîşan dide, ew jî ne ji ber peymana sîstema parastina asîmanî ku dewleta Tirk bi Rûsyayê re pêk anîbû, lê belê sedema wê vedigere xwezaya rejîma Tirkiyê û siyasetên wê yên çewisandinê der heqê muxalîfên Tirk û Kurd de.”

Nivîskar û analîzvanê siyasî Mihemed Ebû Mihadî di dawiya nirxandina xwe de da zanîn ku projeya berfirehkirinê ya dewleta Tirk bi dawî nebûye, lê belê ji ber guhartinên li herêmê û cîhanê hatine taloqkirin û wiha lê zêde kir: "Pêwîst e siyasetên civaka navneteweyî li hemberî dewleta Tirk hişktir bin û bên guhertin. Divê rejîma Tirkiyê bikeve destê hêzên nû yên biaqiltir ku rêzê li qanûnên naveteweyî, têkiliyên bi welatên cîran re, mafan û azadiyan digirin.”

 (fr)

ANHA