Çalakiya bîranîna salvegera Serhildana 12`ê Adarê li Qamişloyê dest pê kir

Beriya çend kêliyan çalakiyên bîranîna salvegera 17`an a Serhildana 12`ê Adarê bi tevlêbûneke girseyî ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Çalakiya bîranîna salvegera Serhildana 12`ê Adarê li Qamişloyê dest pê kir
Çalakiya bîranîna salvegera Serhildana 12`ê Adarê li Qamişloyê dest pê kir
Çalakiya bîranîna salvegera Serhildana 12`ê Adarê li Qamişloyê dest pê kir
Çalakiya bîranîna salvegera Serhildana 12`ê Adarê li Qamişloyê dest pê kir
Çalakiya bîranîna salvegera Serhildana 12`ê Adarê li Qamişloyê dest pê kir
12 adar, 2021   09:51
QAMIŞLO

Ji vê sibehê ve bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê û deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb û Suryan, di serî de jî şêniyên Dêrazorê, ber bi Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişloyê ve herikîn.

Wêneyên şehîdan, al û sloganên Desteya Ciwan û Werzîşê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK), Saziya Malbatên Şehîdan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li stadê hatin daliqandin.

Tevî şêniyan, gelek saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên kurdî, erebî û suryanî, saziyên QSD, YPG û YPJ`ê tev li çalakiyê dibin.

Li stadê piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Komîteya Meclisa Kantona Qamişloyê Keder Silêman axivî û got: “Em îro salvegera 17`an a Serhildana 12`ê Adarê, serhildana gelê Kurd li hemberî zordestî û zilmê, roja hevgirtina Kurd û Ereban li hemberî fîtneyê bi bîr tînin.”

Li gorî bernameya çalakiyê, dê peyam bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji aliyê hevserokê saziyên Mesûm Hesen ve, Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a rêveberiyê Talet Yunis ve û PYNK`ê ji aliyê sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê ji aliyê Cemal Şêx Baqî ve werin dayîn.

Her wiha bername ji çalakiyên hunerî û werzîşê jî pêk tê. Dê maçek di navbera tîmên herêma Cizîrê û Dêrazorê de jî li dar bikeve.

Çalakî bi axaftina hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Mesûm Hesen berdewam e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XANP5dnYe-g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>