Şîrovekar El Mesarî: Iraq ber bi ezmûneke demokratîk ve diçe

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Ebû Mîsaq El Mesarî destnîşan kir ku Iraq ber bi qonaxeke xurtkirina îstîqrarê, yekkirina saziyên dewletê, kûrkirina ezmûna demokratîk û cihêrengiya aboriyê ve diçe, lê hîna pêdivî bi çareserkirina hin pirsgirêkan heye.

Şîrovekar El Mesarî: Iraq ber bi ezmûneke demokratîk ve diçe
13 îlon, 2026   04:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrovekarê siyasî yê ji Iraqê Ebû Mîsaq El Mesarî têkildarî rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê, siberoja Heşdî Şabiyê û komên din ên çekdar, îhtîmala yekkirina biryarên ewlehiyê, her wiha bandorên şerê Îran-Amerîkayê li ser Iraqê, ji ajansa me ANHA’yê re axivî.

‘DI REWŞA SIYASÎ DE PÊŞKETINEK HEYE’

El Mesarî rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê wek "baş û heya radeyekê pêşketî" nirxand û bal kişand ser hejmareke dosyayên ku wekî nîşaneyên vê pêşketinê dibîne.

El Mesraî got: "Yek ji van dosyayên herî berbiçav bidawîanîna hebûna biyaniyan li ser axa Iraqê ye. Ev mijar pir girîng e. Mijarên din ên têkildarî pêvajoya siyasî û demokratîk jî hene."

DOSYAYA SÎNORDARKIRINA ÇEKAN

Têkildarî hebûna îradeyeke rasteqîn ji bo sînordarkirina çekan di destê dewletê de, El Mesarî anî ziman ku bersiva vê mijarê divê hêzên siyasî û pêkhateyên cuda yên Iraqê di nav de Çarçoveya Hemahengiyê, hevkarên Kurd û sunnî û komên çekdar ên ku di mijara çekan de têkildar in, li ber çavan bigirin.

‘HEŞDÎ ŞABÎ SAZIYEKE HIKUMETÊ YE’

Ebû Mîsaq El Mesarî têkildarî siberoja Heşdî Şabî û komên din ên çekdar jî diyar kir ku nabe her du alî di katagoriyekê de bên danîn û ev nirxandin kir: " Heşdî Şabî saziyeke hikûmî ye ku bi qanûnekê hatiye rêxistinkirin û ji aliyê hemû desthilatên dewletê ve tê nasîn. Siberoja Heşdî Şabî wek siberoja Wezareta Parastinê ya Iraqê, Wezareta Karên Derve, Wezareta Veguhestinê, Wezareta Çandiniyê û Wezareta Ceyranê ye. Heşdî Şabî di çarçoveya saziyên dewletê de dixebite û li gorî fermanên Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar tevdigere."

Têkildarî îhtîmala entegrekirina hemû hêzên çekdar di nav saziyên dewletê de El Mesarî wiha axivî: "Hemû hêzên çekdar ji xwe di çarçoveya saziyên dewletê de hatine yekkirin. Li gorî vê yekê beşek ji vê pirsgirêkê ne ewqas bi pêvajoya entegrasyonek nû ve girêdayî ye, lê zêdetir bi rêxistina rewşa hêzên çekdar û mekanîzmayên xebata wan di nav saziyên dewletê de ve têkildar e."

ŞERÊ ÎRAN Û AMERÎKAYÊ BANDORÊ LI IRAQÊ DIKE

El Mesarî di dewama nirxandinên xwe de bal kişand ser bandora şerê Îran û Amerîkayê yê li ser Iraqê jî û diyar kir ku şer bandorê li tevahiya herêmê bêyî cudabûn dike, Iraq û Herêma Kurdistanê jî mîna welatên din ên herêmê bandoriya vî şerî hîs dikin. El Mesarî destnîşan kir ku şer ji çarçoveya xwe ya erdîngarî derketiye û ji şerekî xwecihî û herêmî veguheriye şerê eniya navneteweyî, di encamê de cîhan riska rewşê hîs kir û li çareseriyên diplomatîk bigire.

Ebû Mîsaq El Mesarî peymana di navbera Washington û Tehranê de ku bi navbeynkariya Qeter û Pakistanê pêk hatibû wek "gelekî girîng" pênase kir û got: "Peyman dikare were bicihanîn û xurtkirin ji ber ku dergehê çareseriya diplomatîk a qeyranê ye."

‘IRAQ BER BI ISTIQRARÊ VE DIÇE’

El Mesarî îşaret pê kir ku rewşa Iraqê ber bi istiqrareke diyar ve diçe û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Iraq hewl dide xwe ji aloziya li herêmê dûr bixe. Berjewendiyên Bexdayê ne di vê yekê de ye ku li ser hesabê aliyekî xwe aliyekî din bigire. Iraq navendiyeke diyarkirî diparêze û di navbera eniyan de li dûrahiyeke hevseng radiweste. Ev rêbaz di dawiyê de dê bibe sedema aramî, ewlehî û pêşketinê."

Li gorî El Mesarî, Iraq ber bi qonaxeke xurtkirina îstîqrarê, yekkirina saziyên dewletê, kûrkirina ezmûna demokratîk û cihêrengiya aboriyê ve diçe, di heman demê de pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka çekan û parastina biryareke hevseng hîn jî heye.

(bb)

ANHA