Fermandarekî hêzên hikumeta Şamê li Dêrazorê îşkence li zarokekî kir

Di dîmenekî de diyar dibe ku yek ji fermandarên komên ewlehiya leşkerî yên hikumeta Şamê li gundewarên Dêrazorê bi tundî îşkenceyê li zorekekî 15 salî dike.

Fermandarekî hêzên hikumeta Şamê li Dêrazorê îşkence li zarokekî kir
Fermandarekî hêzên hikumeta Şamê li Dêrazorê îşkence li zarokekî kir
Fermandarekî hêzên hikumeta Şamê li Dêrazorê îşkence li zarokekî kir
12 adar, 2021   10:22
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me bi dest xistiye, dîmen li gundê Xirêbe yê rojhilatê Dêrazorê ku di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ye, hatiye kişandin.

Li gorî agahiyan, zarokê ku navê wî nehat zanîn, ji aliyê kesê bi navê Ebulmutî Sibhî El-Mihemed ve ku bi “Wacib El-Qetawî” tê nasîn, tê îşkencekirin.  Kesê navborî fermandarê komeke îstixbarat û ewlehiya leşkerî ya Firqeya 242`an a girêdayî hikumeta Şamê ye ku Rûsya piştgiriya wê dike.

El-Qetawî demeke berê ji aliyê hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê ve hatibû xelatkirin.

Çavkaniyê ku agahî dane, ragihand ku zarok bi diziyê hatiye tawanbarkirin û li ser wê rastî îşkenceya derûnî û fîzîkî hatiye û rewşa wî ya tenduristî ne baş e.

Ev ne cara yekê ye ku dîmenên îşkencekirina sivîlan û bi taybetî zarokan ji aliyê endamên hêzên hikumeta Şamê ve, tên belavkirin. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve aktîvîstan bi dehan dîmenên îşkenceyên li saziyên ewlehiyê û navendên hêzên hikumeta Şamê parve kirin.

(cx)

ANHA