Rêveberiya Sivîl a Minbicê di 4 salan de ronesanseke rasteqîn pêk anî

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê di dirêjahiya 4 salan de pêşketineke rasteqîn di hemû qadan de bi dest xist û bi vê yekê jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de xurt kir û pergala hevserokatiyê ji bo misogerkirina mafên jinan da rûniştandin.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê di 4 salan de ronesanseke rasteqîn pêk anî
Rêveberiya Sivîl a Minbicê di 4 salan de ronesanseke rasteqîn pêk anî
Rêveberiya Sivîl a Minbicê di 4 salan de ronesanseke rasteqîn pêk anî
Rêveberiya Sivîl a Minbicê di 4 salan de ronesanseke rasteqîn pêk anî
Rêveberiya Sivîl a Minbicê di 4 salan de ronesanseke rasteqîn pêk anî
Rêveberiya Sivîl a Minbicê di 4 salan de ronesanseke rasteqîn pêk anî
12 adar, 2021   03:48
MINBIC-SELWA ABDULREHMAN

12`yê Adarê salvegera çaremîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê ye, Minbic di sala 2016 'an de ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê yek ji 7 rêveberiyên sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Rêveberiya li Minbicê jî mîna herêmên din di hemû qadan; siyasî, îdarî, civakî, aborî, leşkerî û jin de gelek destkeftî û serkeftin bi dest xistin û hêdî hêdî li qadên navneteweyî bû mînak.

'DI HEMÛ QADAN DE GAV HATIN AVÊTIN'

Bi rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê re di 12'yê Tebaxa 2016'an de Meclisa Sivîl rêvebirina Minbic û gundewarên wê  girt ser xwe, heta ku pêkhateyên Minbicê li hev civiyan û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê di 12'yê Adara 2017'an de ava kir.

Ji wê demê ve ewlehî li Minbicê peyda bû. Ev yek jî faktoreke sereke bû ji bo pêkanîna pêşketinekê û avêtina gavên rastîn di tevahiya waran de nexasim warê xizmetguzarî, tenduristî, perwerde û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê dirûşma `Perwerde beriya her tiştî ye`, di xebatên ji nû ve avakirina bajêrê ku nû ji dojeha DAIŞ`ê xilasbûyî de kir bingeh. Ji bo wê bi sedan dibistan bi çavdêriya bi sedan mamosteyan û bi tevlêbûna bi hezaran xwendekaran vekirin.

/kr/uploads/files/2021/03/11/211910_-.webp

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo got: "Minbic şagirt û xwendekarên ku bi giştî li Sûriyê serkeftî ne derxistin. Ev yek delîle ku tevî derfetên kêm warê perwerdeyê li ser rêyeke rast dimeşe."

El-Ebo ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Yên ku beriya 4 salan Minbic dîtine û bi Minbica niha re berhev bikin, dê cudeheyeke mezin di pêşketina avahîsazî de bibînin, li rex paqijbûna bajêr ku êdî ji xwe re kiriye navnîşan."

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Minbicê ve Komîteya Şaredariyan ji bo vegerandina ruhê bajêr, restorekirina binesaziya ku di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de hatibû hilweşandin, bê westan di xebatên avakirin û çêkirina rêyên bajêr û gundewariyê de xebitî ku bi salan e mîna vê xebatê pêk hatiye.

Li Minbicê di serî de ji ber faktora ewlehî û aramiyê ya bandor li warên din jî dike, geşedaneke mezin di aliyê bazirganî, aborî û çandiniyê de çêdibe.

Rêveberiya li Minbicê tevahiya desteka pêwîst ji warê çandiniyê re pêşkêş kir ji ber ku di parastina ewlekariya xwarinê de xwedî girîngiyeke mezin e.

Belavbûna vîrûsa koronayê di sala borî de bandor li xebatên rêveberiyê kir, Mihemed Elî El-Ebo ev yek zelal kir: "Di dema derketina pandemiyê de li Minbicê karkerên tenduristiyê kedeke mezin dan û bajar ji vê aloziyê bi kêmtirîn windahiyên mirovî derxistin."

El-Ebo wiha domand: "Warê tenduristiyê wek şane bi şev û roj bi hev re xebitîn, pêşketin û serkeftinên dîtir di sala borî de bi dest xistin.”

GEFÊN LEŞKERÎ Û BERXWEDAN

El-Ebo destnîşan kir ku ji ber cihê bajêr ê stratejîk  bû armanca timakeran, ji ber ku sê dergehên girîng mîna Cilûd, Taîhe û Ewn Dadat lê hene.

Her wiha got, ne ji hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûya ewlehî li bajêr peyda nedibû .

El-Ebo wiha piştgiriya xwe bi van hêzan re rave kir: "Em bi van hêzan re şer dikin û ji wan re dibêjin em bi we re ne madem hûn ewlehiya me diparêzin."

El-Ebo wiha got: "Ev serkeftin û pêşketin bi saya fedekariyên şehîdên ku canê xwe feda kirin hatin bidestxistin. Di vê salvegerê de em soz didin wan ku xwîna wan vala neçe û em ê rêya ku wan ji bo rizgarkirina hemû xaka me ya Sûriyê ji zilm û zora terorê û dagirkeriyê destpê kiriye, berdewam bikin."

Girêdayî dagirkirina dewleta Tirk a li herêmê Mihemed Elî El-Ebo wiha axivî: "Dagirkerî naxwaze Sûriyê bi giştî û herêmên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Minbicê bi taybet ewle bimînin. Lê her tim şer û wêrankirinê dixwaze. Ev yek jî li ser erdê diyar e ji ber ku dewleta Tirk a dagirker her tim sûcan li ser eniyên şer ên bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên ku dagir kirine û Minbicê de pêk tîne.”

El-Ebo ev yek diyar kir: “Armanc dagirkeran tenê têkbirina ewlehiya li herêmê ye. Em van gefan bi awayekî cidî digirin dest, hêzên me yên leşkerî li eniyên şer in da ku herêmên xwe ji her êrişekê biparêzin.”

JIN TEV LI RÊVEBERIYÊ BÛN Û ROLEK GIRÎNG LÎST

Rola jinan li Minbicê piştî rizgarkirina wan ji DAIŞ'ê û avakirina Rêveberiya Sivîl derket holê û bi beşdarbûna xwe ya çalak di rêveberiyê de, hêzên ewlekariyê û hêzên leşkerî yên ku ji bo parastina sînorên bajêr dixebitin, roleke sereke di ji nû ve avakirina bajêr û pêşdebirina wî de lîst.

Jinan ku di dirêjahiya salên borî rastî tevahiya cureyên zulm ê û koletiyê de hatin, xwe bi rêxistin kirin û di hemû qadan de cihê xwe girtin.

(şx)

ANHA