Hediya Şemo: Dewleta Tirk hewl dide reseniya gelê Kurd têk bibe

Hediya Şemo da zanîn ku gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê berdewama êrişên 2014`an e û got dewleta Tirk bi van gefan hewl dide resenbûna gelê Kurd têk bibe.

Hediya Şemo: Dewleta Tirk hewl dide reseniya gelê Kurd têk bibe
12 adar, 2021   02:41
KADAR ÎBRAHÎM-QAMIŞLO

Di 22`yê Çileya derbasbûyî de serokkomarê dewleta Tirk Recep Teyyîp Erdogan gefa pêkanîna êrişan li ser Şengalê xwar.

Piştî çeteyên DAIŞ`ê di 2014`an de li Şengalê têk çûn û şêniyên herêmê rêveberiya xwe ya xweser ragihand, dewleta Tirk a dagirker li Şengalê hewldana pêkanîna planên xwe yên dagirkerane dike.

Balafirên dewleta Tirk her li ser asîmana herêmê digeriyan û her ji demekê ve sivîl dikirin armanc, nexasim piştî peymana di navbera desthilata Iraqê, Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirk de, da ku li herêmê planên xwe pêk bîne.

Têkildarî mijarê Hevseroka  Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo axivî û diyar kir ku gefên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna êrişan li ser Şengalê, berdewama fermana  2014`an e ku çeteyên DAIŞ'ê pêk anîbûn û di encamê de bi hezaran Êzidî bûn qurban.

ꞌLI DIJÎ ÊZIDIYAN PLANÊN QIRLJ HENEꞌ

Hediya Şemo da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van gefan ew e ku destkeftî û hebûna gelê Kurd têk bibe.

Hediya Şemo destnîşan kir ku peymana dawî ya di navbera Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk, hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê de, piştrast dike ku planên qirêj li dijî êzidiyan hene û hîna berdewam e.

Hediya Şemo ev gotin li axaftina xwe zêdê kir: "Dewleta Tirk a dagirker girîngî û esaleta civaka êzidî baş dizane, ji lew re bi hemû awayan hewl dide gelê li Şengalê qir bike, lê belê piştî Şengal ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, Rêveberiya Xweser hate avakirin da ku şêniyên Şengalê xwe bi xwe parastina xwe bikin."

Hediya Şemo got, pêwîst e hikumeta Iraqê destekeke pêwîst pêşkêşî Şengalê bike û diyar kir ku hêzên leşkerî yên li Şengalê mîna hêzên artêşa Iraqê ne da ku welat ji gefên derve ve biparêze.

ꞌŞÊNIYÊN ŞENGALÊ DÊ XIYANETÊ QEBÛL NEKINꞌ

Hediya Şemo destnîşan kir  ku dema çeteyên DAIŞ`ê di 2004`an de êrişî Şengalê kir, hikumeta Başûrê Kurdistanê îxanet bi êzidiyên li Şengalê re kir û wan bi tenê hişt, ji lew re ew ê careke din îxanetê qebûl nekin.

Hediya Şemo di dawiya axaftina xwe de bang li hêz û partiyên kurdî kir ku destekê bidin gelê êzidî, ji ber gefên li ser gelê êzidî di heman demê de gefên li ser hemû kurdan e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HbwK-8qjFl0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>