ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-03-2021
12 adar, 2021   00:00

-Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê bi boneya salvegera Serhildana Qamişlo meşekê li gundê Babins ê Şehbayê li dar dixe, 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Helebê, bi boneya salvegera Serhildana 12'yê Adarê daxuyaniyekê li Qada Cebanat a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dide, saet 13:00'an.

-Şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê şehîdên Serhildana 12'yê Adarê, li ser gorên wan li bajarokê Abira yê Çilaxa bi bîr tinin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo bîranîna salvegera 17'emîn a Serhildana 12'yê Adarê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo, şehîdên Serhildana 12'yê Adarê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 17'emîn a Serhildana Qamişlo, mîhrîcaneke werzîşê li Stada 12'yê Adarê tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Werzîşê ya Helebê, turnuvayeke futbolê li stada Berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê ya li herêmê Şiqêf organize dike, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Minbicê, bi boneya salvegera 4'emîn a dameziradina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê şahiyek tê lidarxistin, seat 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şahidê Serhildana 12’ê Adara 2004`an Qehreman Osman wiha got:"Her ku ez diçim Yarîgeha 12’ê Adarê ew roja êrişê tê bîra min û wiha lê zêde kir `ew roja xweş li me kirin şîn. Ji aliyekî ve ez ji ber êrişê gelekî diêşim, ji aliyekî din ve jî keyfxweş dibim ku di wê rojê de gelê me bû yek û me li ber xwe da.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hediya Şemo da zanîn ku gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê berdewama êrişên sala 2014`an e û got û dewleta Tirk bi van gefan hewl dide resenbûna gelê Kurd têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hikmet Hebîb diyar kir ku têkiliyên dîrokî yên di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û projeya demokratîk a ku yekitiya pêkhateyan xurt kir, tevahî hewldanên parçekirinê têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê got: "Serdana Nesir El-Herîrî ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û hewldanên avakirina yekitiya Kurdî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê di dirêjahiya 4 salan de pêşketineke rasteqîn di hemû qadan de bi dest xist û bi vê yekê jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de xurt kir û pergala hevserokatiyê ji bo misogerkirina mafên jinan da rûniştandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Piştî ku dewleta Tirk di pêkanîna armancên projeya xwe ya hegamoniya li ser gaza rojhilatê Deryaya Spî bi rêya sûcên xwe li dewletên herêmê bi bin ket, di vê dawiyê de dest bi merheleya lihevkirinan kir û bi awayekî eşkere bi dewletên hevseng ên li herêmê re, mîna Misirê dixwaze lihevkirinan pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên bajarokê Hecînê şerê avê ku dewleta Tirk dide meşandin bi şerê birçîkirinê wesif kir û bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku qanûnên navneteweyî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA