Parlamenterê HDP’ê Murat Çepnî: Li dijî êrişan dê berxwedana me dewam bike

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî got “Dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin û heke bikarin jî bi yekcarî tesfiye bikin. Ev yek bi tenê têkildarî HDP’ê nîn e, her wiha ji bo desthilata wan a faşîst û yekkesî, hewcedariyeke sereke ye.”

Parlamenterê HDP’ê Murat Çepnî: Li dijî êrişan dê berxwedana me dewam bike
24 sibat, 2021   05:56
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Piştî êrişa dagirkeriyê ya hikumeta AKP/MHP'ê ya li ser Garê, 13 leşkerên ku di destê PKK'ê de dîlgirtî bûn, ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hatin kuştin û hikumeta faşîst a AKP/MHP'ê hêvî dikir ku vê veguherîne propagandaya hilbijartinê. Ji bo vê yekê jî malbatên leşkerên ku li Garê hatine kuştin jî wek navgîna propagandayê bi kar anîn da ku têkçûna xwe binixumînin.

Me êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û zextên li ser HDP'ê bi parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Murat Çepnî re nirxandin.

Murat Çepnî diyar kir ku di nava çend salên dawîn de bloka desthilatdar a Tirkiyê hebûna xwe li ser hewldana bêdengkirina HDP'ê ava kiriye û destnîşan kir ku ev yek ne tenê li dijî HDP'ê ye, di cewherê xwe de tê wateya tepisandina tevahiya têkoşîna azadiyê ya Kurdan.

Çepnî diyar kir siyaseta AKP’ê ya di destpêka desthilata wê de û siyaseta wê ya niha pir ji hev cuda ne û got: “Siyaseta ‘Tifaqa Cûmhûrê’ (AKP-MHP) ev e; 'Hûn dizanin îro guleyek bi çi qasî ye?’ Li Tirkiyê krîzeke piralî heye. Siyaseteke ku li ser dijminahiya gel hatiye avakirin, heye.”

Çepnî axaftina xwe wiha domand: “AKP di nava krîzeke îdarî de ye. Hewl dide HDP’ê tesfiye bike, êrişî birêxistinbûna çîna karkeran dike, hewl dide grevan tesfiye bike, xwezayê talan dike, êrişî têkoşîna azadiyê ya jinan û çalakiyên Zanîngeha Bogaziçiyê dike. Lê belê HDP demokrasiyeke berfireh temsîl dike. Hebûna HDP'ê ji bo bloka desthilatdar rîskeke mezin e. Ji bo ku bêdengiyeke mutleq çênebe, divê her kes li ber xwe bide. HDP dibêje, dimeşe, kar dike û van lîstikan hemûyan têk dibe. Di heman demê de ji ber ku HDP li ser xwe dimîne, hêzên demokrasiyê bi vê helwestê teşwîq dike û cesaretê dide her kesî. Dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin û heke bikarin jî bi yekcarî tesfiye bikin. Ev yek bi tenê têkildarî HDP’ê nîn e, her wiha ji bo desthilata wan a faşîst û yekkesî, hewcedariyeke sereke ye.”

‘HDP RUXMÎ ÊRIŞAN JÎ XWE XURT DIKE’

Têkildarî operasyonên domdar ên li dijî HDP’ê jî Çepnî wiha axivî: “Sedemên van operasyonan wiha ne; hûn çima tev li HDP'ê bûn, çima hûn tev li hilbijartinan bûn, hûn çima bûn berpirsyarên sindoqekên hilbijartinê? Ev operasyon li dijî partiya me dewam dikin. Çi qas êrişî HDP'ê dikin jî, dengên HDP'ê kêm nabin. Di anketên xwe de jî rêjeya dengên wê nakeve. Bi êrişên li dijî HDP'ê nikare girseya xwe konsolîde bike.”

Murat Çepnî got: “Îro çîna karker dixwaze ber bi Enqereyê ve bimeşe. Gundiyên li herêma Deryaya Reş li ser pêyan in, heman saziyên êrişî gelê Kurd dikin, êrişî wan jî dikin. Mirovên li herêma Egeyê dijîn jî dîsa heman polîs û cendirmeyan li hemberî xwe dibînin. Ji ber vê yekê jî êdî nikarin li gorî kêfa dile xwe bi rê ve bibin. Ev krîz her ku diçe kûrtir dibe, lewma êrişên li hemberî HDP'ê nabin deng û li wan venagerin. Encameke ku pê xwe xurt bikin, naxe deste wan.”

‘HDP’Ê WEK TEKANE ASTENGIYA LI BER XWE DIBÎNIN’

Parlamenterê HDP’ê Murat Çepnî got li Tirkiyê împaratoriyeke sûcdaran hatiye avakirin û tu kes nikare ji van sûcan bifilite û wiha axivî: “Li dora xwe têkiliyên qirêjî yên berjewendiyê ava kirine ku êdî nikarin wan şîrketên li dora xwe jî têr bikin. Nikarin biqedînin. Ya ku em pê re rû bi rû ne, ev e. HDP heye û wek tekane astengî dibînin, sosyalîst û şoreşgeran weke astengî dibînin, lewma heke bikarin wan bê deng bikin, heke bikarin wan têk bibin, wê demê dikarin hebûna xwe jî didomînin. Ji bo vê yekê hewl didin her tiştî li gorî hewcedariya wê bikin. Ji mirovên birêxistinkirî ditirsin. Lewma armanca bingehîn a êrişa li hemberî partiya me û li dijî birêxistinbûna me, ev e.”

Çepnî destnîşan kir ku ji bilî dijminahiya HDP’ê tu polîtîkayeke AKP-MHP’ê nemaye û got: “Em li parlamentoyê dibêjin rewşa gundiyan xirab e, divê piştgiriyê bidin wan an jî rewşa dikandar û esnafan di şert û mercên pandemiyê de gelekî xirab in, her cara ku em destdirêjî û tundiya li ser jinan derdixin holê, hewl didin me terorîze bikin. Niha jî wisa ye. Her cara ku asê dibin, ji bo ku xwe xurt bikin, dest bi gotinên nîjadperest dikin. Ji bilî vê di destê wan de tiştek nîn e.”

‘JI BO SERKEFTINÊ DEST BI HEMLEYÊ KIRIN LÊ BI SER NEKETIN’

Cîgirê hevserokên HDP’ê yê berpirsyarê ekolojiyê Murat Çepnî got: “Beriya êrişa li ser Garê me gelek caran got ev pirsgirêk bi polîtîkayên tundî û ewlekariyê nayê çareserkirin. Me got tiştekî şaş heye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hûn dibêjin em ê heta niha jî heman tiştên hatine kirin, bidomînin. Dibêjin em ê vê yekê bi siyaseta tundiyê çareser bikin. Em dibêjin na, hûn nikarin bi vî rengî çareser bikin. Divê hûn vê pirsgirêkê çareser bikin, divê hûn bi muxatabên wan re rûnên û mafên kollektîf ên gel nas bikin. Ji vî alî ve bloka AKP/MHP'ê pir tevlihev e û çi dikin bila bikin, di destê wan de dimîne. Çûn dayika leşkerekî ku li Garê jiyana xwe ji dest daye, tev li kongreya partiya we kirin û ji bo propagandaya xwe li salona kongreyê bi kar anîn. Vê yekê alîgirên wê aciz kir. Ji bo ku serkeftineke mezin bi dest bixin dest bi vê hemleyê kirin, lê bi ser neketin.”

Murat Çepnî got “Heke li Garê bi ser biketana, dê opozîsyon jî bidana cem xwe û di dema pêş me de jî serkeftî bibûna” û ev nirxandin kir: "Lê dema ku berovajî wê çêbû, pirsgirêkeke mezin rû da. Pirsgirêkên wan hene. Lewma bi êrişa li hemberî HDP'ê hewl didin vê zor û zehmetiyê derbas bikin. Niha jî bi êrişên bi armanca krîmînalîzekirin û girtina HDP'ê hewl didin têkçûna xwe binixumînin. Lê çi dikin bila bikin, bi ser nakevin. Em behsa pêvajoyeke 6 salan dikin. Heke wan dixwest van leşker, polîs û endamên MÎT'ê sax bigirin, çima 4 rojan ev der bombe kirin? Divê bersiva vê yekê bidin."

‘DIVÊ HER KES BI WÊREKÎ MESELEYA GARÊ BIPIRSE’

Der barê berxwedana Garê de jî Murat Çepnî got divê partiyên din jî bi wêrekî lê bipirsin û wiha rave kir: "Em wek HDP'ê vê dipirsin. Rastiyeke ew çend tazî ye ku partiyên ji bilî me jî divê bipirsin. Ji ber ku gel vê dipirse. Tu gotineke wan tune ye. Me berê jî heman tişt got. Ev hemû rewş ji ber çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd pêk tê. Heke dest ji vê polîtîkayê bernedin, mixabin wê ev polîtîka dê bidome. Heke bi rastî jî ji dil in, em dibêjin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê rol û mîsyona her kesî heye."

‘AKP POLÎTÎKAYA ÎSTÎSMARKIRINÊ JI XWE RE KIRIYE BINGEH’

Murat Çepnî diyar kir ku AKP di polîtîkaya îstîsmarkirinê de israrê dike û bi qasî ku bi dest bixe, dikare her tiştî bike û got wan berê di mijara pirsgirêka Kurd de tiştên mezin gotibûn lê bi demê re derket holê ku armanca wan cuda ye.

Çepnî wiha axivî: “Di demeke pir kurt de diyar bû ku armanca wan cuda ye. Ev mijareke dîrokî ye, em dizanin ku ne meseleyek e ku bi AKP'ê re dest pê kiriye. Em behsa 15-20 milyon gelê Kurd dikin.  Daxwazên wan hene. Piştî 100 salan êdî hûn nikarin van daxwazan nebînin. Ew ne mimkun e. Ji ber vê yekê, em bi wê rastiyê re rû bi rû ne ku divê ev daxwaz bên bicihanîn.”

Çepnî got demeke dirêj e li Tirkiyê berxwedanên ji hev dûr û berteng hene û wiha pê de çû: “Berxwedana hevpar didome. Jixwe gelê Kurd xwedî berxwedaneke domdar e. Çîna karker bi taybetî di şertên pandemiyê de berxwedan geş kir. Taybetmendiya hevpar a van berxwedanan ew e ku hemû dizanin ku muxatabê wan Enqere ye. Di vê serdemê de pirsa ‘em ê çi bikin’ bi zelalî li pêşberî me ye. Ger êrişî birêxistinbûna me dikin, divê em bi rêxistin bibin. Têkoşîna hevpar vê yekê li me dispêre.”

‘DEM DEMA BIRÊXISTINBÛNÊ YE’

Têkildarî berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê jî Çepnî got: "Li Zanîngeha Bogaziçiyê hate dîtin ku êrişên qeyûman ne tenê li dijî HDP'ê ne. Wan rektorekî herî bêwesf wek qeyûm danî ser zanîngeha herî bikalîte ya welêt. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku li ser bingeha têkoşîna hevpar tev bigerin."

Çepnî got dê birêxistinbûna xwe xurt bikin û wiha pê de çû: “Ez dikarim bibêjim ku em pir bi hêvî ne. Tevger bi rastî jî bi pêş ve diçe. Her wiha xwedî wê cewherê ye ku bibe yek. Avakirina Hêzên Têkoşîna Yekbûyî ya di van demên dawîn de, girîng e. Hewl didin şoreşa zîhniyetê pêk bînin. Hewl didin rêyeke nû çêkin."

Parlamenterê HDP’ê Murat Çepnî wiha li axaftina xwezêde kir: "Wek HDP û hemû hêzên şoreş û demokrasiyê em pê hesiyane ku em di serdemeke zehmet re derbas dibin. Lê belê em gelekî nêzî serkeftinê ne jî. Em vê yekê pir zelal dibêjin. Em bi hêvî ne, bi biryar in û em hewl didin vê hêviyê belav bikin. Bêguman dê di vî warî de berdêl bên dayîn. Divê hemû gelên me bi rengekî li gel vê têkoşînê bin. Em pir nêzî serkeftinê ne. Dibe ku em bi dorpêçeke gelekî mezin re rû bi rû bin. Rast e, lê ji ber qelsbûn û bêhêvîbûna xwe êrişî me dikin. Her li ku derê dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uw2_3v7w6-E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>