ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-02-2021
24 sibat, 2021   05:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê merasîmê  şehîdên berxwedana Garê li goristana Şehîd Dicle li dar dixe, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Şedadê operasyonên QSD’ê û hêzên ewlekariyên yên li dijî şaneyên veşartî silav kirin û xwestin ev operasyon berdewam bikin heta şaneyên çeteyan bi temamî tune bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê û endamê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ehmed Behaedîn Şaban got, berxwedana gelê Kurdistanê û piştevaniya azadîxwazên cîhanê dikare azadiya Ocalan misoger bike. (BI WÊNE).

- Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî got “Dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin û heke bikarin jî bi yekcarî tesfiye bikin. Ev yek bi tenê têkildarî HDP’ê nîn e, her wiha ji bo desthilata wan a faşîst û yekkesî, hewcedariyeke sereke ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên ciwan bi boneya rasthatina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê panelê li xwaringeha Nûr a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00'an.

-Meclisa Jinan a PYD'ê têkildarî mafên jinan û beşdarbûna wan di xebatên siyasî de, komxebatekê li avahiya PYD'ê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên gerîlayan gotin, ew ê çalakiyên xwe yên piştgiriya gerîlayan bidomînin. Her wiha bang li dayikan Kurdistanê kirin ku dakevin qadan û destekê bidin berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên li dijî Kurdistanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk diyar kir ku  çi çareserî bi rêya kongreyên  ku dewletên herêmê piştgiriya wê dikin, pînekirî û li gorî pîvana berjewendiyên wan in. Lê çareseriya doza Sûriyê di destê şêniyên wê de ye û civîna Astana ya dawiyê, derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hewldanên gihaştina encamên baş ji diyalogên di navbera PYNK û ENKS`ê de didomin. Li gorî siyasetmedaran, divê ENKS'ê helwesta xwe ji doza kurdî diyar bike û ji bo berjewendiyên gelê kurd bixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Her çiqas ENKS’ê bi welatparêzî, kurdiyatiyê û berizkirina diruşmên li ser Kurd û doza Kurdan xwe xemilandiye, lê belê rastiya ENKS’ê ya heyî ji dema damezrandina wê û heta dema niha rastiya wê eşkere kir. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Kampa koçberên Girê Spî bang li aliyên peywendîdar kir ku bi lez karên qonaxa sêyemîn a berfirehkirina kampê bikin. Ji ber ku bi rojane ew malbatan pêşwazî dikin û zehmetiyan dikişînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA