Jinên Dêrazorê li dijî dagirekriya Tirk meşiyan

Jinên gundên rojhilatê Dêraorê bi meşekê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan dan.

Jinên Dêrazorê li dijî dagirekriya Tirk meşiyan
Jinên Dêrazorê li dijî dagirekriya Tirk meşiyan
Jinên Dêrazorê li dijî dagirekriya Tirk meşiyan
23 sibat, 2021   16:41
DÊRAZOR

Meşa ku endamên sazî û meclisên gundewarê rojhilatê Dêrazorê tevlê bibûn, ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ber bi nexweşxaneya Giştî ya Hecînê ve dest pê kir. Di meşê de pankartên şeremzarkirina dewleta Tirk hatin hildan.

Meş li ber Nexweşxaneya Giştî ya Hecîn rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Ji rêveberên Meclisa Jinan a Dêrazorê Fatima El-Salim axivî û got: "Ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk me ev meş li dar xistiye, em gel yek in û dagirekriya Tirk a li ser xaka xwe red dikin û banga rizgarkirina herêmên dagirkirî dikin."

Hevseroka Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Hala El-Mihemed axivî, piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da û got: "Meşa me ji bo piştevaniya QSD'ê yên li eniyan e, em ji wan re dibêjin ku li hemberî dagirkeriya Tirk em bi we re ne."

Hala El-Mihemed, bang li hemû ciwanên li derveyî welat kir ku li welatê xwe vegerin û tev li QSD'ê bibin.

Ji endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Hecîn Necwa El-Elî jî ev tişt got: "Em ciwanên Hecîn û Dêrazorê ev meş li dar xistine da ku piştgiriyê bibin QSD'ê li hemberî dagirkeriya Tirk. Bi yek dengî em dibêjin, bimre Erdogan, bijî rêber Ocalan."

Jina ciwan, Rena El-Salih diyar kir ku meşa wan li dijî dagirkeriya Tirk û piştevaniya QSD'ê ye.

Meş bi diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Km8IC_ZhJ7I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>