Putin û Netanyahu rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Kremlin ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, îro (Duşemê) geşedanên li Sûriyê gotûbêj kirin.

Putin û Netanyahu rewşa Sûriyê gotûbêj kirin
28 kanûn, 2020   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlin di daxuyaniyekê de diyar kir ku Putin û Netanyahu peywendiyeke telefonî pêk anîn, tê de "Mijarên girêdayî têkiliyên Rûsî-Îsraîlî di warên cûrbecûr de," gotûbêj kirin.

Her wiha da xuyand ku her du aliyan "Biryardariya xwe ya hevbeş ji bo zêdekirina hevkariya dualî di gelek aliyan de, di nav de têkoşîna li hemberî vîrusa koronayê teqez kirin."

Kremlin destnîşan ku her du aliyan "Mijarên herêmî nîqaş kirin, li ser hin aliyên geşedanên rewşa Sûrîyê sekinîn."