Riyad El-Xelef: Tu lihevkirin derbarê Eyn Îsayê de pêk nehatine

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef diyar kir ku tu lihevkirin derbarê Eyn Îsayê de bi hêzên Rûsyayê pêk nehatine û destnîşan kir ku hêzên wan bersiva hewldanên dagirkeran ên kontrolkirina rêya M4 didin.

Riyad El-Xelef: Tu lihevkirin derbarê Eyn Îsayê de pêk nehatine
28 kanûn, 2020   18:13
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker îro (Duşemê) gundên li ser rêya M4 ê 3 km dikeve rojhilatê navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin. Ev êrişî piştî têkçûna hewldanên wê yên ketina gundên Cehbel û Mişêrfê hatin kirin ku di encamê de 6 çeteyên wê hatin kuştin.

Têkildarî mijarê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef ji ANHA'yê re axivî û  got ku hêzên wan vê êvarê bersiva hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên kontrolkriina rêya M4 dan.

El-Xelef destnîşan kir ku hemû nûçe û agahiyên ku dibêjin lihevkirineke bi hêzên rûsî re çêbûye ne rast in û got: "Pişî 6 hefteyan ji êrişên giran ên dewleta Tirk, nexşeya kontrolkirinê hîna wekî berê ye."

Hêzên hikumeta Şamê li gelek nuqteyên leşkerî yên li eniyên şer e, di heman demê de sewqiyetên leşkerî yên Rûsyaya li xetên paş hene.

Li pêşiya baregeha Rûsyayê ya li navçeya Eyn Îsayê  rojane çalakiyên protestoyî têne lidar xistin, tevî ku dewleta Tirk derdora baregehê topbaran dike, lê hêzên Rûsyayê heya niha ti helwest nîşan nedaye.

Di encama peymana Soçî ya 22'ê Cotmeha 2019'an de ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de, hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê li herêmên bi dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re belav bûne, da ku agirbestê bişopînin. Tevî ku dewleta Tirk taxên bakurê navçeya Eyn Îsa û gundên li ser rêya M4 topbaran dikin û sivîlan dike hedef lê Rûsya û hikumeta Şamê bêdeng in.

ANHA