​​​​​​​Zerîf, Îsraîl bi kuştina Fexrîzade tawanbar kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Îsraîl bi kuştina zanyarê nukleerî yê Îranê Muhsin Fexrîzade tawanbar kir û piştrast kir ku heke Washington û Ewropa li gorî peymana nukleerê tevgerîn, ew ê jî li gorî wê tevdigere.

​​​​​​​Zerîf, Îsraîl bi kuştina Fexrîzade tawanbar kir
3 kanûn, 2020   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Zerîf wiha got: " Heke Amerîka û Ewropa jî li gorî wê tevgerîn, em ê li gorî peymana nukleerê tevbigerin. Divê Washingtonê bêyî tu mercan li gorî peymana nukleerê tevbigere.”

Zerîf wiha domand: "Îsraîl kiryarên terorê li dijî Îsraîlê pêk tîne û destê wê di sîuqastkirina zanyar Muhsin Fexrîzade de heye. Her wiha sîuqastkirina Fexrîzade dijminahiya navneteweyî ye û em li benda Brîtanya, Fransa û Almanyayê ne ku wê şermezar bikin."

Zerîf da zanîn ku rojava piştevaniya dewleta Îsraîl a terorî dike û wiha pê de çû: "Cîranên me naxwazin Îsraîl şerê bi Îranê re veguhêzin nêzî sînorên wan."

(fr)