Meclisa Neteweyî ya Fransayê Qerebaxa Jor nas kir

Meclisa Neteweyî ya Fransayê piraniya Qerebaxa Jor nas kir. Biryar bi hev ve ne girêdayî bû. Hikumet ji bo naskirina Qerebaxê nêz nabe.

Meclisa Neteweyî ya Fransayê Qerebaxa Jor nas kir
3 kanûn, 2020   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryarnameya bi hev ve ne girêdayî û ji aliyê komên Komarî yên rastgir (LR) ve hatî pêşkêşkirin, li dijî 3 rayan bi 188 dengan hate pejirandin. 16 parlementer jî tev li dengdayînê bûn.

Biryara ku hatî qebûlkirin, bi taybet dixwaze “Qerebaxa Jor nas bike û pêvajoyeke aştiyê çêke.”

Senatoya Fransayê jî 25’ê Mijdarê biryarek ji bo naskirina Qerbaxa Jor dabû.

Parlementerê Sosyalîst Olivier Faure ku wê di 6-9’ê Kanûnê de serdana Qerbaxa Jor bike, wiha got: “Em bawer nakin di bin serweriya Rûsyayê de, piştî lihevkirina agirbestê çareseriyeke mayînde pêk were.”

Qerebaxa Jor ku berî niha jî, ji 1988’an hetanî 1994’an de bûye mijara şerekî mezin, dîsa Azerbaycanê bi piştgiriya dewleta Tirk ber bi şerekî nû ve bir. Di nava 6 hefteyan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, Azerbaycanê parçeyek ji herêmê dagir kir.

Roja 9’ê Mijdarê jî bi zexta Kremlîn, Ermenistan mexdûr ma ku agirbesteke bi radestbûna gelek bajarokan îmze bike.

Çavakî: ANF