Rêveberiya Xweser a Efrînê bêdengiya li hemberî sûcên Tirkiye şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bêdengiya civaka navneteweyî ya Ii hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê şermezar kir.

Rêveberiya Xweser a Efrînê bêdengiya li hemberî sûcên Tirkiye şermezar kir
3 kanûn, 2020   14:35
ŞEHBA

Bi dehan endamên sazî û yekitiyên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê ji bo balê bikişînin ser sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser sivîlên li Efrînê mane, li kampa Serdem a girêdayî navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin.

Di kombûnê wêneyên Ebdulrehman Hemo (70) û Hemo Necar (14) yên bi awayekî hovane li gundê Kîmarê  ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatine qetilkirin, hatin hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên "Roj bi roj Efrîn bi agirê dagirkeriyê dişewite" û "Binpêkirinên li dijî mirovahiyê li Efrînê berdewam e lê civaka navneteweyî temaşe dike" hatin vekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Roj bi roj îsbat dibe ku dewleta Tirk berdewama împratoriya Osmanî ye ya xwedî mîrasya herî xwînmij li Rojhilata Navîn e. Ev jî komkojiyên ku pêk anîne, qurbaniyên wê û rêbazên pêkanîna van komkujiyan de diyar dibe.

Di daxuyaniyê de qirkirinên ku împratoriya Osmanî û dewleta Tirk li gelek deveran mîna ya Tel a Helebê, Lubnan, Misir, her wiha qirkirinên li dijî Ermen, Asur û Suryan hatin rizgarkirin û şoreşên ku dijî wê rabûne mîna ya Şêx Seîd di sala 1925'an, Seyd Riza 1937'an hatin bi bîr xistin. Hate gotin ku dewleta Tirk qirkirinên plankirî pêk anîne û di herdu şoreşên navborî de bi hezaran gundên kurdan li Bakurê Kurdistanê şewitandin û bi deh hezaran Kurd qetil kirin.

 Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser sûcên ku li dijî sivîlên Efrînê têne kirin û wiha hate domandin: "Sûcê qetilkirina niştecihên resen ên Efrînê ji mezin û biçûk û jinan bûye siyaseteke rojane ku komên terorîst ên mîna DAIŞ û El-Nusrayê nobeta wê girtine. Ya herî dawî qetilkirina hovane ya du sivîlan li gundê Kîmarê, yekî 70 salî û zarokek 14 salî bû, ku zarok bi zêdeyî 40 guleyan hate qetitilkirin."

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret domandina siyaseta guhertina demografiya Efrînê hate kirinû ev tişt hatin diyarkirin: "Ev sûc bi raporên komîteya lêpirsînê ya navneteweyî, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê de hatiye belgekirin. Ev sûc yek ji sûcên li dijî mirovî û sûcên şer e, armanc jê koçberkirina niştecihên resen e."

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê  bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û bang li raya giştî ya cîhanê û rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk û komên çete yên girêdayîw ê bikin da ku sûcên xwe rawestînine û sûcdar li dadgehên navneteweyî darizaînin. Her wiha banga xebateke hevpar li ser asta cîhanê ji bo têkoşînê li dijî terorê kir û got: "Bûye kareseteke ewlehî û aştiya navneteweyî dixe xeteriyê."

ANHA