Balyozekî berê yê Amerîkayê tevgerên Tirkiyê li herêmê bi “Metirsîdar”binav kir

Balyozê Amerîkayê yê berê yê Athena bang li Enqereyê kir ku dijminahiya xwe li dijî Yewnanistan, Qibris, Sûriyê, Lîbya û Qerebaxê berde. Her wiha tevgerên dewleta Tirk li wan welatan bi “Metirsîdar” binav kir.

Balyozekî berê yê Amerîkayê tevgerên Tirkiyê li herêmê bi “Metirsîdar”binav kir
3 kanûn, 2020   13:22
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Cathimrini ya Yewnanistanê balyozê Amerîkayê yê berê yê Yewnanistanê Nicholas Burns di 31`emîn lûtkeya aborî ya Yewnansitanê de axivî û got: “Erdogan hemû asta derbas kir û li dijî serdestiya Yewnanistanê sekinî.”

Burns ku yek ji şêwirmendên hemleya hilbijratinê ya serokê Amerîkayê Joe Biden e, diyar kir ku biryar a Tirkiyê ye ku van tevgeran paşde vekişîne û helwestên dijminahî yên li dijî Yewnanistan û Qibrsê bi dawî bike û vegere diyalogê.

Burns wiha domand: “Êdî dewleta Tirk ji bo NATO û dewletên Ewropayê jêderek metrisiyê yê mezin e.”

Her wiha Bursn bal kişand ser helwesta zordest a Tirkiyê li hemberî dozên hundirîn û got: “Ev yek ji bo NATO`yê pirsgirêk e. Divê ji hêla Yekitiya Ewropayê (YE) û DYA`yê ve were çareserkirin.”

(şx)