Rayedarekî DYA`yê banga xistina "Îxwan El-Muslimîn" di lîsteya terorê de hate kirin

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoryaya Amerîkayê divê komên Îxwan El-Musilmîn bikeve lîsteya terorê, ji ber destekê dide terorîstan.

Rayedarekî DYA`yê banga xistina "Îxwan El-Muslimîn" di lîsteya terorê de hate kirin
3 kanûn, 2020   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

 Senatorê Amerîkayê û Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoryayê Amerîkayê Ted Cruz, di projeyekê qanûnî ku ji kongres re pêkêş kiriye, banga xistina Îxwan El-Musilmîn di lîsteya terorê de kir.

Ted Cruz got ku ev rêxistin destekê dide terorê û ji bo vê yekê  ew ê tedbîran bigirin.

Cruz da zanîn ku pêşkêşkirina projeya qanûnê ji kongresê re, helwesta DYA`yê ya ji komên terorîst û tundrew re xurtir dike û şerê li dijî gefên di encama tundiyê de çêdibin dike.

Ted Cruz anî ziman ku hevalbendên wan ên di welatên Ereban ev demeke dirêj e rastiya Îxwanan nas kirine.

 (eh)