Bertekên şermezarkirina peymana Hewlêrê-Bexdayê didomin

Yekîtiya Mamosteyan û Komîteya Rêveberiya Dibistanên navçeya Girkê Legê peymana navbera hikumeta Iraqê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li dijî Şengalê şermezar kirin.

Bertekên şermezarkirina peymana Hewlêrê-Bexdayê didomin
3 kanûn, 2020   12:13
QAMIŞLO

Yekîtiya Mamosteyan û Komîteya Rêveberiya Dibistanên navçeya Girkê Legê daxuyaniyek der barê peymana di navbera hikumeta Iraqê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) di 9'ê Cotmehê de îmze kirine, dan.

Daxuyanî îro li pêşiya navenda Sendeqeya Karkeran li bajaroka Rimêlan bi beşdarbûna dehan ji endamên Yekîtiya Mamosteyan û Komîteya Rêveberiyê Dibistanên navçeya Girkê legê, hat xwendin.

Endamê rêveberiya Komîteya Dibistnan a navçeya Girkê Legê Salih Silêman daxuyanî xwend.

Silêman bi navê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên azad li seranserî cîhanê êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî Şengalê şermezar kir.

Her wiha Silêman peymana navbera hikumeta Iraqê û Hikumeta Başûrê Kurdistanê ya ku dixweze vîna gelê Êzîdî bişkîne, şermezar kir.

Silêman da zanîn ku armanca vê peymanê ew e ku komkujiyeke din li dijî gelê Êzîdî pêk bînin.

Silêman piştrast kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve yên Kurd, Ereb û Suryan piştgiriya gelê Êzîdî li Şengalê dikin.

(dm)

ANHA

<iframe width="563" height="343" src="https://www.youtube.com/embed/_uyTNqIlsnA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>