Hikumeta Başûrê Kurdistanê biryara dayîna mûçeya meha dawî ya vê salê da

Piştî 7 mehan mûçe neda, hikumeta Başûrê Kurdistanê biryar da ku mûçeyên meha dawî ya vê salê bide.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê biryara dayîna mûçeya meha dawî ya vê salê da
3 kanûn, 2020   12:07
 NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî mamoste û karmendan ji bo derenxistina dayîna mûçeyan protosto kirin, hikumeta Başûrê Kurdistanê biryar da ku mûçeya meha  dawî ya vê salê bide.

Piştî hikumeta Başûrê Kurdistanê ji sedî 21 anku ji sedî 18 ji mûçe kêm kir, mûçeyên sê mehên destpêkê û meha 9`an dabû.

Rojnameya Şerq El-Ewset ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên çavdêr ragihand ku hikumetê biryar da ku 205 milyon dolarî deyn bike. Heman çavkanî destnîşan kir ku hikumetê nekarî mûçe karmendan bi temamî bide, ji ber vê biryar da ku ji sedî 21 ji mûçe karmendan kêm bike û ji sedî 50 ji mûçeyên wezîran û astên taybet kêm bike.

Hikumeta Iraqê di 15`ê Tebaxa derbasbûyî bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re peymanek îmze kir û tê de biryar hate dayîn ku heta 3 mehan dê mehane 320 milyar dînarî bişîne Başûrê Kurdistanê.

 (eh)