Ji bo ku keça xwe derman bikin, alîkariya ku ji wan re tê difiroşin

Malbateke koçber alîkariyên ku jê re derdikevin, difiroşe da ku beşekê ji dermanên keça xwe peyda bike. Metirsî hene ku nexweşî li tevahiya laşê wê belav bibe, ji ber ku ev demeke dirêj e ji dermankirinê qut bûye. Rêxistinên mirovî rewşa wê paşguh dikin û derfetên rêveberiya kampê jî kêm in.

Ji bo ku keça xwe derman bikin, alîkariya ku ji wan re tê difiroşin
9 mijdar, 2020   08:19
EYN ÎSA

Çîroka her malbateke koçber ji ya din cudatir û biêştir e. Serpêhatiyên wan bi nexweşiyan girantir dibin û ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, neçar dibin xwe xelas bikin.

Koçbera bi navê Hûriye Hebîb (36) ji zêdetirî salekê ve bi kansera xwînê ketiye. Ev kanser di lingê wê yê rastê de belav bûye. Ji bo ku nexweşî li canê wê belav nebe, di nexweşxaneyên paytexta Sûriyê de dihat dermankirin.

Hûriye mîna bi hezaran şêniyên Girê Spî û gundewarên wê, ji gundê xwe Şêrgirakê piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi nave ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ û dagirkirina gundê wê, koçber bû. Niha jî bi bavê xwe yê kal û jinbava xwe re li kampa koçberên Girê Spî ya li nêzî gundê Til Simin dimîne.

Jinbava Hûriyê, Xaldiye Mihemed çîroka Hûriyê vegot, ji ber ku Hûriye bi xwe ker û lal e. Di destpêkê de Xaldiye got: “Di destpêka nexweşiya wê de, bijîşkan xwest her 21 rojan carekê li nexweşxaneyên paytexta Sûriyê dermanan bistîne da ku êşê di bin çongê de bihêlin û nexweşî di laşê wê de belav nebe.”

Xaldiye wiha domand: “Piştî ku em ji gund koçber bûn, rewşa me ya aborî dijwar bû. Em niha li kampê dimînin, kesek ku ji me re debara rojê peyda bike jî tune ye. Bavê Hûriyê kal e û nikare kar bike. Ev yek bi awayekî neyînî bandorê li lêçûnên dermankirina Hûriyê kir û êdî em nikarin wê lêçûnê peyda bikin.”

Rewşa Hûriyê her ku diçe xirabtir dibe. Ji derdora 6 mehan ve nekarî dermanên pêwîst hilde. Ev jî azarên malbatê zêde dike, ji ber ku nikarin jê re tiştekî bikin. Li rex wê jî rêxistinên mirovî rewşa wê paşguh dikin.

Xaldiye Mihemed destnîşan kir ku di dema rawestandina dermankirinê de, êdî nexweşî di laşê Hûriye de belav dibe û çonga wê derbas kiriye û gihaştiye ranê wê. Her wiha diyar kir ku wan beriya du mehan dest bi dermankirina Hûriye li Reqayê kiriye. Dermanekî bi 200 hezar lîreyên Sûriyê dikirin, tenê ji bo ku êşa wê rawestînin. Bijîşk jî dibêjin ev derman sûdê li rewşa Hûriyê nake û divê di nexweşxaneyên Şamê de were dermankirin.

Têkildarî çawaniya peydakirina heqê dermanên her 21 rojan carekê di van rewşên dijwar de, Xaldiye got: “Em pereyan ji firotina alîkariyên ku rêveberiya kampê dide me, peyda dikin.”

Xaldiye di dawiyê de bang li rêxistinên ku li herêmê kar dikin, kir ku alîkariya Hûriyê bikin û desteka malbatê bikin heta ku bikarin dermankirina wê bidomînin.

ZÊDETIRÎ 40 NEXWEŞ BI HEWCEDARIYA NEŞTERGERÎ Û DERMANKIRINÊ NE

Rêveberiya Kampê bi koordîneya Gerînendetiya Tenduristiyê ya navçeya Eyn Îsayê gelek neştergerî (emeliyat) ji koçberên kampê re çêkirin. Heta niha 8 neştergerî di nexweşxaneyên Cizîrê de li ser hesabê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine çêkirin.

Endamê Meclisa Rêveberiya Kampê Elî El-Ebo da zanîn ku derfetên rêveberiya kampê tune ne ji bo ku lêçûna dermankirina tevahiya nexweşên ku pêwîstiya wan bi neştergeriyan an jî dermankirinê li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser heye, tehemul bike. Wan heta niha zêdetirî 40 nexweşên ku pêwîstiya wan bi neştergeriyan û dermankirinê heye, tomar kirine.

)şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RKa4CFnmRuU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>