Êdî ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye xeteke nû ya têkoşînê

3 gotinên ku bûn sembola serhildanan “Jin, Jiyan, Azadî” ku ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan şîn bûn, bi destê Şîrîn Elemhûlî li ser dîwarê Girtîgeha Evîn hatin nivîsîn û bi qetilkirina Jîna Emînî re belavî cîhanê bûn. Bi pêvajoya nû ya Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin re jî bûne sembola xeteke nû ya têkoşînê.

Êdî ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye xeteke nû ya têkoşînê
15 îlon, 2026   05:47
QAMIŞLO

Em dikevin 4’emîn salvegera ‘Serhildana Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Piştî ku Jîna Emînî (22) di 13’ê Îlona 2022’yan ve ji aliyê “Polîsên Exlaq” ve hat îşkencekirin û di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, ev dirûşm bû zimanê serhildana jinan. Bi hezaran şêniyên bajarê Seqizê Jîna spart axê. Li wir bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” çirûska serhildanan pê ket. Piştî serhildanê ev dirûşm belavî tevahî cîhanê bû, ji Amerîkayê heta Ewropa, Hindistan, Efganistanê bû zimanê berxwedana jinan. Ev serhildana ku bandora xwe li tevahî cîhanê kir, hîn jî didome, jin li kolanan, girtîgehan vê dirûşmê bilind dikin. 

Baş e ev dirûşm ji ku hat, çima bû gotina bilêvkirina îsyana jinan, di her meş û çalakiyan de li ser pankartan tê nivîsîn û tê qîrkirin?

Rêber Abdullah Ocalan di sala 1987’an de di pirtûka “Li Kurdistanê Pirsgirêka Jin û Malbatê” de, pirsgirêka jinê dinirxîne. Dahûrandin kirin ku şoreşa Kurdistanê pêwîst e di kesayeta şoreşa jinan de bi pêş bikeve. Piştî wê jî di tevahî nirxandin û pirtûkên xwe de têkiliya jinan û jiyanê nirxand û şîrove kir. Jiyana ku hatiye tarûmarkirin û hebûna jinan a heta dawiyê hatiye înkarkirin, girêdana wan a bi hev re nirxand. Di encamê de perspektîfa Jin, Jiyan, Azadî derxiste holê. Bi taybet di nirxandinên xwe yên 1988’an de bi lêv kir û tevgera jinên azad a Kurdistanê jî li ser vê bîrdoziyê xwe bi rêxistin kir. Di sala 2013’an de jî Rêber Abdullah Ocalan got: “Divê em di fêrkirin û nûnertiya formula bisêhr a Jin, Jiyan, Azadî de berdewam bin”.

Ev dirûşm li Rojhilatê Kurdistanê jî ne nû bû û di rojekê de dernekete holê. Bi salan tevgera jinan ew di dil û mêjiyê jinan û civakê de çandibû. Li ser vê bîrdoziyê bi hezaran jinan canê xwe feda kir, civak û gelê xwe parastin.

Yek ji van jinan jî Şîrîn Elemhûlî bû. Di Girtîgeha Evîn a li Tehranê de, di bin îşkenceya herî giran û biryara darvekirinê de, li ser dîwarê li kêleka xwe “Jin, Jiyan, Azadî” nivîsandibû. Şîrîn di Gulana 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Ew êdî bi awayekî fîzîkî nebû, lê ew nivîsa li pey xwe hişt ji nava girtîgehê derket û bi çirûska li ser gora Jîna Emînî re belavî tevahî cîhanê bû.

Çalakiyên ku bi pêşengiya jinan bi hêvî û hêrsê dest pê kir, veguherî serhildana “Jin Jiyan Azadî” ku gelên Kurd, Belûc û Ereb jî tê de cih girt. Serhildana herî mezin a şoreşgerî ya salên dawîn bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bû.

Îro li tevahî Rojhilata Navîn şerekî mezin ê berjewendiyên dewletên hegemon didome. Ji bo pêşîlêgirtina vî şerî Rêber Abdullah Ocalan pêvajoyeke siyaseta demokratîk daye destpêkirin. Li ser heman formulê, pêşengiyê dide jinan û jinên ku bi salan e li ser vê bîrdoziyê xwe têr dikin, bersivê didin Rêber Abdullah Ocalan û rola pêşengiyê dilîzin. Îro ev formula bisêhr “Jn, Jiyan, Azadî” ne tenê li girtîgehan û çiyayên Kurdistanê, ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahî cîhanê sembola xet û vebijêrkeke siyasî û civakî ye.

(bî)

ANHA