Li Tunisê diyaloga siyasî ya Lîbyayê dest pê kir

Îro bi sponseriya NY`yê li Tunisê civînên diyaloga siyasî ya Lîbyayê ji bo nîqaşên li ser avakirina hikumeta yekitiya nîştimanî dest pê kirin.

Li Tunisê diyaloga siyasî ya Lîbyayê dest pê kir
9 mijdar, 2020   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Diyaloga ku îro bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li dar dikeve, dê 70 nûnerên hemû hêzên siyasî û civakî yên Lîbayayê beşdar bibin. Aliyê Tunisê dê tenê lidarxistina dan û standinan bi rê ve bibe.

Nûnerên Meclisa Parlamenteran a Tubriqê û Meclisa Bilind a Dewletê ya Terablusê, behsa derfetên serkeftina diyaloga siyasî ya Lîbyayê kiribû.

Her du aliyan di civîna li bajarê Boznîqa yê Mexribê de, îşaret bi însiyatîfa siyasî ya Lîbyayê û derfetên gihîştina lihevkirinekê li ser pîvanên bernamzetên peywirên bilind ên dewletê ji bo pêkanîna hilbijartinên serokatiyê û hilbijartinên parlamantoyê li gorî destûra Lîbyayê, kiribû.

Lê tevî vê yekê jî, di saetên dawîn de, metirsiyên der barê pêkanîna vê nexşerêyê li Lîbyayê de, zêde bûn. Ji ber ku bi hezaran çekdar hene ku qebûl nakin çekên xwe deynin heta ku peywiran di hikumeta bê de bi dest xistin. Hêzên biyanî yên destwerdanê li welêt dikin jî, gefan li hewldanên aştiyê dixwin ku dibe bi serwerî û berjewendiyên wan re li hev neyên.

Piştî destpêkirina diyaloga siyasî, mîlîsên çekdar ên girêdayî hikumeta Wîfaqê rêbaza birêvebirina diyaloga siyasî red kir.

Di vê çarçoveyê de “Hêzên Parastina Terablusê” ên girêdayî hikumeta Wîfaqê ku mîlîsên herî bihêz li Terabilusê di nav de hene, bang li hêzên ewlehiyê û leşkerî û welatiyên Lîbyayê kir ku civînên awarte li dar bixin û bi xwepêşandanan diyaloga siyasî red bikin. Her wiha “serhişkiya” şandeya navneteweyî û israra wê ya lidarxistina diyalogan, rexne kir.

(cx)