4 navendên tenduristiyê dê li Kobanê werin vekirin

Navendên tenduristiyê yên li gundewarên Kobanê cihê berêdana nexweşan in, ji ber ku gelek xizmetguzarî lê hene û derman bê pere ye, her wiha Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê hewl dide di dema pêş de 4 navendên tenduristiyê yên nû li kantonê veke.

4 navendên tenduristiyê dê li Kobanê werin vekirin
9 mijdar, 2020   08:16
KOBANÊ-NÎHAD KEIRO

Bi hatina zivistanê û belavbûna pandemiya vîrusa Koronayê re, navendên tenduristiyê yên li Kobanê tevî derfetên wê yên kêm xizmetan pêşkêşî şêniyan dike.

NAVENDÊN TENDURISTIYÊ Û BEŞÊN WÊ

Li kantona Kobanê 9 navendên tenduristiyê hene, Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê hewl dide 4 navendên nû veke. Lê heta niha nehatiye diyarkirin ku dê li ku derê navendan veke. Lê belê dê li gorî pêwîstiyan li rojava, rojhilat û başûrê Kobanê bên vekirin.

Di her navendeke tenduristiyê de, klînîkeke giştî heye ku bijîşkek pispor û çavdêriya wê dike, li aliyekî din jî klînîka jinan, beşa ambulancê jî heye ku çavdêriyê li ser birîndar û rewşên giran dike, her wiha beşa aşlekirina zarokan heye û her roja çarşemê karê xwe dike. Di her navendekê de ji 7 heta 20 karmendan, ji bijîşk, hemşîre, alîkar û dermanfiroş li gorî pêwîstiya navendê dixebitin.

Di navendên tenduristiyê de, tevahî dermanên nexweşên kronîk mîna tensyon, şekir, dil û bez hene. Lê belê hin caran têra navendan nake, gelek navend zehmetiyên kêmbûna dermanên dijî vîrusan dikişînin, mîna sermayê dikişînin.

Ev navend ji bilî roja înê, tevahî rojên hefteyê saet ji 8’ê sibehê heta bi 4’ê berêvarê vekirî ne.

Şêniya bi navê Edole Osman a kadroyên tenduristiyê yên navenda tendurisî ya navçeya Til Xezalê spas kir û wiha got: "Ez hatim navendê da ku pîvana tensyona xwe bizanim û dermanên guncaw bibim."

gerînendeyê navenda tenduristiyê ya Şêran ku tê de 17 karmend dixebitin, Emar Ehmd  got: li gorî pêdiviya nexweşan xizmetan pêşkêş dikin û destnîşan kirin ku beriya berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê, navendê di rojê de ji 70 heta bi 80 nexweşî pêşwaz dikir, lê niha hejmara kêm bûye û di rojê de ji 50 heta bi 60 pêşwaz dikin. Ji ber metirsiya şêniyan ji vîrusê û ketina wan a karantînaya malê.

Endamê rêveber ê navenda tenduristiyê ya Til Xezal ku tê de 8 karmend dixebitin, Fûad Murad jî da zanîn ku rojane 80 nexweşî pêşwaz dikin, lê heke derman hat dabînkirin hejmara 100 derbas dike û wiha domand: "Li gel me û tevahî herêmê azara kêmbûna dermanan heye. Her wiha hewl didn xizmetguzariyên baş pêşkêşî şêniyan bikin."

LI NAVENDÊN TENDURISTIYÊ BEŞÊN PIŞTEVANIYA DERÛNÎ HATIN VEKIRIN

Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê di dema dawî de beşên nû li navendên tenduristiyê yên kantonê vekirin, mîna beşa piştevaniya derûnî. Hedefa vê beşê jî belavkirina zanabûnê di nava şêniyan de û lidarxistina civînên piştevaniya derûnî ji şêniyan re di dema gera wan li gundan de.

Koma piştevaniya derûnî ji 6 heta bi 9 endaman, şêwirmenda derûnî û gerînendeyê rewşê pêk tê, mîsyona vê kêmê agahiyên der barê vîrusa Koronayê û çawaniya xwejêparastinê dide. Xebata gerînendeyê rewşê hevkariya bi şêwirmenda derûnî re û pêkanîna geran e, da ku civînan ji şêniyan re li dar bixin.

Gerînendeyê rewşê ya beşa piştevaniya derûnî ya navenda tenduristiyê ya Şêran Mihyedîn Ehmed got, di destpêka vekirina vê beşê de bersiva şêniyan kêm bû, lê niha baş bûye. Bi wê re jî şênî bi wan re dibin alîkar . Ehmed bang li şêniyan kir ku pêwîst e şênî ji fişarên derûnî bi dûr kevin, ji ber nexweşiyên giran çêdikin û beş ji şêniyan re her tim vekiriye."

Li dawiyê jî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê Ehmed Mehmûd destnîşan kir ku ew hewl didin 4 navendên dîtir li kantona Kobanê vekin, ji ber pêdiviya hin herêman bi vekirina navendan heye. Mehmûd eşkere kir ku piştî piştevaniya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî pirsgirêka kêmbûna dermanan hat çareserkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/je05Hn37CzM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>