Li Şehbayê dê Mîhrîcana Amara ya Çand, Huner û Werzîşê pêk bê

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê dê sibê Mîhrîcana Amara ya Çand, Huner û Werzîşê li dar bixe. Li kantona Şehbayê ev cara yekemîn e ku mîhrîcaneke çandî li dar dikeve.

Li Şehbayê dê Mîhrîcana Amara ya Çand, Huner û Werzîşê pêk bê
15 cotmeh, 2020   05:22
ŞEHBA-ALAN REŞÎD-XANDÎ ELO

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê bi alîkariya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê dê bi dirûşma "Mozaîka çandî dewlemendî, guhartin û bedew e" li kantona Şehbayê mîhrîcana yekemîn a çand û hunerê organîze bike. Bernameya mîhrîcanê ji çalakiyên hunerî, çandî û werzîşê pêk tê û dê tevahiya pêkhateyên kantonê beşdar bibin.

Tê payîn ku sibê bernameya mîhrîcanê dest pê bike û bi beşdariya 70 komên hunerî û werzîşê 3 rojan dewam bike.

Komîteya amadekar ku ji 9 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li kantona Şehbayê, Tevgera Çand û Hunerê ya Katnona Şehbayê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê pêk tê, ji beriya 3 mehan ve dest bi amadekariyên vê mîhrîcanê kiriye.

Komîteya amadekar diyar kir ku mîhrîcan ji çalakiyên çandî, hunerî û werzîşê pêk tê.

Di roja yekemîn de dê şevbuhêrkeke helbest, stran, govendên ji folklora erebî, belgefîlmên sînemayê, stranên ji folklora kurdî werin pêşandan. Di roja duyemîn jî dê çalakiyên werzîşê li yarîgeha Babins El-Xumasî ya gundê Babinsê yê kantona Şehbayê, maçeke basketbolê, pêşbirka tenîsa maseyê, noqê û pêşbirka bazdana 100 metreyan jî li dar bikevin. Di roja sêyemîn û dawîn de dê şevbuhêrkeke helbestan, stranên folklora kurdî û bi navê "Em ê bi ser bikevin" şanoyek were pêşandan û stranên ji folklora Tirkmenan werin gotin.

Koma Rojava ya Navenda Cemîl Horo ya Şêxmeqsûdê jî dê beşdarî mîhrîcanê bibe.

Berbirsên mîhrîcanê destnîşan kir ku bi rêya vê mîhrîcanê dixwazin dewlemendiya çanda gelan û rêgezên jiyana hevbeş diyar bikin.

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê Mihemed Weys got mîhrîcan dê ji 16 heta 18`ê mehê dewam bike û li Navenda Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Ehdasê li ser Dika Çiyayê Kurmênc û li stada Babênis El-Xumasî li dar bikeve. Di dawiya mîhrîcanê de dê kesên beşdarî mîhrîcanê bûne, werin xelatkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CgjHzhRiPi4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>