Elîzabêt Gewriyê: Diyaloga hundirîn tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê ye

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê hikumeta Şamê ji rewşa ku Sûriyê gihaştiyê, berpirsyar nîşan da û destnîşan kir ku daxuyaniyên rayedarên hikumeta Şamê îdiayên derew in û tawanbarî ne û got “Çareseriya tekane ya aloziya Sûriyê, diyaloga li ser xaka Sûriyê ye.”

Elîzabêt Gewriyê: Diyaloga hundirîn tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê ye
15 cotmeh, 2020   01:19
REQA- HEMED EL-MISTEFA

Hikumeta Şamê hewl dide fitneyê di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe ku bi saya projeya neteweya demokratîk pêk ve dijîn. Di wê çarçoveyê de rayedarên hikumeta Şamê dem bi dem daxuyaniyan didin û Rêveberiya Xweser bi parçebûnê tawanbar dikin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê di hevpeyvîneke li gel ANHA`yê de ew tawanbarî red kirin û destnîşan kir ku êrişên rayedarên hikumeta Şamê ji serhişkiya hikumetê û îsrara wê ya ferzkirina zîhniyeta navendî di rêvebirina welat de tê.

Elîzabêt Gewriyê da zanîn ku aliyên destkeftiyên Rêveberiya Xweser û saziyên wê dişopînin, divê bi rastî û berpirsyarî biaxivin, ne êrişî rêveberiyê bikin û wê bi awayekî domdar tawanbar bikin. Her wiha piştrast kir ku Rêveberiya Xweser biratiya gelan wek bingeheke sereke ji bo birêvebirina herêman ji xwe re digire û navendîbûna ku hikumeta Şamê ferz kiriye, red dike.

Elîzabêt Gewriyê got rewşa ku welat gihaştiyê û rewşa gelê Sûriyê ku di nava aloziyeke aborî, ewlehî û leşkerî de ye, sedema wê hikumeta Şamê ye, her wiha ji ber destwerdana derve ku ji ber wê yekê gelê Sûriyê gelek azar kişandin û li gelek herêman koçberî û guhertina demografiyê pêk hat.

Elîzabêt destnîşan kir ku rola Rûsyayê ne di asta ku dihat hêvîkirin de bû û wiha domand: “Rûsyayê destwerdana leşkerî kir da ku sîstema desthilatdariyê li Sûriyê biparêze û kiryarên wê desthilatê paşguh kirin. Em dizanin ku berjewendiyên Rûsyayê bi hikumeta Şamê re hene, lê belê diviyabû ku berjewendiyên Rûsyayê di serî de bi gelê Sûriyê re hebin, ne bi hikumetê re. Her wiha diviyabû ku ew berjewendî biparastana û aloziya li welêt bi dawî kiriba.”

Elîzabêt bi bîr xist ku tekane çareseriya aloziya Sûriyê diyaloga gelên Sûriyê ye ku Rêveberiya Xweser û MSD li ser vê yekê kar dikin û dibe ku nêrîna Rêveberiya Xweser ne li gorî berjewendiyên hin dewletan be.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê bang li Rûsya û dewletên din ên di çareserkirina aloziya Sûriyê de aktîf kir ku li şûna li dabeşkirina berjewendiyan li ser hesabê gelê Sûriyê digerin, li çareseriyeke siyasî ya rasteqîn bigerin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1CZoFKufkMQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>