Piştî rêwîtiya nîv serdemekê xewna wî pêk tê û vedigere warê xwe

Partiya Baas mala wî desteser dike û jê derdixe, neçar dimîne biçe Başûrê Kurdistanê. Piştî 5 salan dîsa neçar dimîne koçber bibe, vê carê barê xwe dide Bakurê Kurdistanê. Ji wir jî neçar dimîne ber bi Danîmark ve bireve. Xeyal dikir ku vegere mal û axa xwe. Ev xeyal jî bi saya fedekariyên ciwanên herêmê pêk hat.

Piştî rêwîtiya nîv serdemekê xewna wî pêk tê û vedigere warê xwe
15 cotmeh, 2020   02:29
QAMIŞLO-RÊNAS RAMO

Partiya Baas dema gihaşt desthilatdariya Sûriyê, di navîna salên 60`î de, li herêmê siyaseteke nejadperestî li dijî Kurdan bi armanca zaîfxistina gelan da meşandin.

Siyaseta zexta istixbaratê bi kar anî, da ku şêniyan neçar bike mal û gundên xwe terk bikin. Nexasim herêmên ku tê de Kambera Ereb ne derbasdar bû li başûr herêma Cizîrê. Ji ber wê siyasetê bi sedan malbatên Kurd malên xwe terik kirin. Di nav de malbata Ehmed Silêman Bozo yê ji gundê Seidiya Mezin li bakurê navçeya Til Hemîsê jî hebû.

Ehmed Cemîl Elî Silêman dibêje ku serpêhatiya wan di salên 60`î de dema partiya Baas digihêje desthilata Sûriyê dest pê dike. Baas dest bi çandina fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de dike. Bi taybetî malbatên ku xwedî zevî û têkiliyên wan bi pêkhateyên din re hene dikirin hedef. Ji ber wê malbata wî piştî nakokiyên êdî neçar dimîne gund terk bike û ji Sûriyê koçber bibe. Piştre şaxên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyê dest danîn ser milk û zeviyên malbatê û bi navê Emlek Dewletê sinifandin.

Malbata Ehmed Silêman a ku bi navê malbata Bozo tê naskirin, sala 1970`î berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û tev li têkoşîna Kurd a wê demê dibe. Piştî 5 salan bavê Ehmed di nav refên pêşmergeyan de di şoreşa Mele Mistefa Barzanî de şehîd dikeve.

Piştî lihevkirina di navbera hikumeta Iraq û Îranê sala 1975`an û bidawîbûna şoreşa Mistefa Barzanî, malbat neçar dimîne ber bi Bakurê Kurdistanê ve koçber bibe. Malbat têkoşîna xwe didomîne û ji hêla rejîma Tirk ve tê hedefgirtin. Birayê mezin  Ehmed Hemdîn sala 1981`an tê girtin û 5 sal di girtîgehê de dimîne. Sala 1986`an dîsa neçar dimîne koçber bibe vê carê berê xwe dide Danîmarkayê.

PIŞTÎ RÊWÎTIYA NÎV SERDEMEKÊ VEDIGERE MAL Û AXA XWE

Piştî ku Ehmed ber bi dewleta Danîmarkayê ve direve, xwendina xwe di beşa zanista derûniya zarokan temam dike û wek serokê komeleyeke mirovî tê hilbijartin. Piştre tev li partiya Muhafizan a Danîmarkayê dibe. Du caran wek endamekî meclisa şaredariyê tê hilbijratin. Niha jî wek bernamzetê Partiya Xiristiyana Demokratîk ji bo parlamantoya Danîmarkayê hatiye diyarkirin.

Piştî Yekîneyên Paratina Gel (YPG-YPJ) di destpêka 2015`an de navçeya Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar dikin, tevahiya milk û zeviyên ku Baas destê xwe danîbûn ser ji xwediyên wan ên resen re vedigerin. Ji ber wê Ehmed biryar dide ku vegere warên xwe.

Ehmed wiha hestên xwe rave kirin: “Hestên ku niha li min bar bûne, nayên wesifandin. Ji bo min vegera mal, ax û welatê ku bi neçarî jê derketime, mîna xeyalekê bû. Min xeyal dikirin ku welat rizgar bibe û ji hêla şêniyên wê ve were birêvebirin. Îro jî xewna min bi saya fedekariyên ciwanên herêmê pêk hatin.”

Ehmed derdora 36 salan li Danmarkayê jiyaye. Lê dîsa jî bi rehetiya ku niha pê dihese, di wan salan de winda kiribû. Têkildarî vê dibêje: “Cara yekemîn ku pê dihesim ez li welatê xwe me. Ruxmî ku min 36 sal li Danmarkayê derbas kiriye, xwe di hebûna li gund de dibînim.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iUscCgSZTfg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>